Di nava malê de Kurdî ma ji sedî 7

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:30

Li Kurdistan û Tirkiyeyê sala nû dibistanê dest pê kir. Mîna her sal, îsal jî bi milyonan zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê dest bi dibistanê nakin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay bi bîr xist ku zarokên Kurd neçar dimînin ji derveyî zimanê xwe yê dayikê bi zimanekî ku nas nakin, perwerde bibin.

Atabay ji bo perwerdeya bi Kurdî got, “Zarok dema ku bi zimanekî nas nekin, yan jî kêm dizanin perwerde dibin, nikarin xwe rehet hîs bikin û îfade bikin. Ev yek niha li qada perwerdeyê pirsgirêkeke gelekî mezin e. Li Tirkiyeyê gelek zimanên cuda hene. Kurdî weke nifûsî di nava van de yê herî mezin e. Lewma girîng e ku bi Kurdî perwerdeya were dayîn û divê astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin.”

Otoasîmîlasyoneke cidî heye

Atabay diyar kir ku di salên dawî de otoasîmîlasyoneke cidî heye: “Malbat û weliyên me di salên dawî de bi rengekî cidî otoasîmîlasyonê dikin. Malbat kêmtir bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin. Lewma bi qasî ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê rexne dikin, divê em li xwe jî binêrin. Çima em xwedî li zimanê xwe yê dayikê dernakevin, ji bo zimanê xwe yê dayikê xebat nameşînin? Yan jî çima em li mal, cihê kar, kolan û bazarê bi zimanê xwe yê dayikê naaxivin. Divê em xwe rexne bikin.”

Asîmîlasyona siyaseta dewletê ye

Atabay li ser zimanê fermî yê dewleta Tirk got, “Di destûra bingehên a Tirkiyê de tê gotinl, zimanê dewletê Tirkî ye. Esas di avakirina dewletê û nivîsandina destûra wê de pirsgirêkeke pirr cidî heye. Nabe ku zimanekî dewletekê hebe. Zimanê fermî yê dewletekê dibe. Lê em fêm dikin ku ew dixwazin di madeya destûrê de, çi bikin. Siyaseta asîmîlasyonê ya pirr cidî li ser zimanê Kurdî heye. Di salên 1920’an de ji sedî 90’ê Kurdan li mal û kolanan bi Kurdî diaxivîn. Mixabin îro li bajarên Kurdan axaftina bi Kurdî daketiye ji sedî 8´ê heta ji sedî 7’ê. Bi desthilatdariya AKP’ê re polîtîkaya asîmîlasyonê ya li ser Kurdî veguheriye otoasîmîlasyonê û bi rengekî cidî dewam dike.”

Atabay anî ziman ku divê girîngiya ziman ji bo gel baş were vegotin: “Saziyên ku têkildarî vê yekê têdikoşin, divê bi kursan dakevin qadan û zimanê me vebêjin.”

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.