Di nava gel de bimînin
Duşem 19 Nîsan 2021 - 02:01
- Buldan ji hevşaredarên qeyûman şaredariyên wan dagirkirî re peyivî: Hûn hem hevşaredarên gelê me ne hem jî yên şaredariyên me ne. Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê, weke hevşaredar di nava gel de bimînin. Ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erkeke mezin dikeve ser milê we.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Bûldan û Sancar, diyar kirin ku berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê hatiye destpêkirin, dewam dike û gotin, "Daxwazên girtiyan zelal in. Heger hiqûq bi cih bê anîn, daxwazên girtiyan wê bi cih bên. Ji ber ku Tirkiye qanûnên xwe bi cih naîne, pirsgirêk mezin dibin."
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi hevşaredarên partiya xwe re bi civîna online, civiyan. Pevîn Bûldan, di civînê de têkildarî êrişên li dijî partiya xwe got, "AKP nikare bi şewbê û her tişt ji rê derketiye. Bi taybetî li Stenbolê, li hemû cihên din her tişt ji rê derketiye."
Bûldan pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê yên beriya mehekê bi bîr xistin û got, "Peyameke girîng dan hikumetê."
Planên A, B û C yên HDP'ê
Bûldan daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de kir ku çalakiya xwe lil dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ev 144 roj in dewam dikin. Bûldan bal bire ser rewşa li hepsan û wiha pê de çû: "Daxwazên hevalên me yên ketine greva birçîbûnê zelal in. Heger bê xwestin û li gorî hiqûqê nêzîkatî bê nîşandan, hingî daxwaz wê bi cih bêne anîn. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere. Mesele tecrîda li Îmraliyê ye, neheqiya li Kurdan e, binpêkirina mafên mirovan a li hepsan e."
Bûldan li ser hewldanên girtina HPDP'ê jî got, "Em HDP, amadekariyên xwe li ser rojeva girtinê nakin. Em bi planên xwe yên A, B, C dewam dikin. Dixwazim vê yekê jî parve bikim. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin. Ev komîsyona hiqûqê ne tenê têkildarî doza girtinê ye."
Bûldan pirsgirêka dagirkeriya bi qeyûman jî nirxand û ji bo helwêsta hevşaredaran ya beramberî vê jî got, "Hûn hem hevşaredarên gelê me ne hem jî yên şaredariyên me ne. Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê, weke hevşaredar di nava gel de bimînin û kedê bidin. Bêguman ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we."
Qonaxa nû ya tesfiyekirinê
Mîthat Sancar jî got, "Pêvajoya heyî weke 'meşandina pîlana berê bi gavên nû' pênase kir" û anî ziman ku pêvajoya tesfiyekirin û têkbirinê ketiye qonaxeke nû.
Gelê Kurd bi taybetî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, li parçeyên din ên Kurdistanê weke aktorê herî girîng derketiye holê. Ev yek rejîmê û hin hêzan ditirsîne. Bi kurtasî polîtîkayên li Tirkiyeyê tên meşandin ji polîtîkaya giştî ya li dijî Kurdan cuda nîne."
Sancar ji bo doza girtinê ya HDP'ê got, "Pîlaneke gelekî berfireh a tesfiyeyê heye. Armanca vê pîlana tesfiye ye, tinekirina gelê Kurd û nûnerên wû yên siyasî ye."
Sancar li dijî vê pîlana tesfiyekirinê îşaret bi gi^ringiya berxwedanê kir: "Yekane rê heye ku pêşî li pîlana tesfiyeyê ya desthilatdarî û dewletê bigire. Ew jî têkoşîneke xurt û xeta siyasî ya bi biryar e. Heger em vê bikin, bêguman em ê doza girtinê jî pûç bikin."
ENQERE