Di mehekê de zirar li 21 koçberên Efrînê bû

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 22:30

  • Di Tebaxê de li Şehbayê dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe 4 welatî şehîd kirin, 17 jî birîndar kirin.

Di Tebaxê de li Şehbayê dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe 4 welatî şehîd kirin, 17 jî birîndar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxê de gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, bi hezaran gule û topan hedef girtin. Di encamê de, 4 welatî şehîd bûn di nava wan de jin û zarok jî hene. Wekî din 17 welatî jî birîndar bûn.

Bîlançoya mehekê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û gundên kantona Şehbayê, hate eşkerekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di Tebaxê de gund û deverên li jêr topbaran kirine: Ziyaretê, Ehresê, Um Hoş, Zîwan, Mdyûnê, Birc Qas, Til Rifet, Merenaz, Aqîbê, Um Qura, Bênê, Meyasê, Wehşiyê, Elqamiyê, Şewarixa, Kefer Antûn, Aşê Feysel, Til Qirah, Hirbil, Soxanekê, Bendava Şehba, Xirêbiş, Dêr Qaq, Şealê, Til Enab, Qinêtra, Tat Maraş, Minix, Kefer Qaris, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hesîn, Xirnata, Nêrebiyê, Eyn Deqnê, Semûqa, Zirnaîtê, Keleha Şewarixa, Malikiyê, Teanê, Kiştear, Til Ecar, Til Medîq û Til Cîcan.

Di êrişan de bi hezaran guleyên hawan, obus, topavêj û tankan bi ser gund û deverên navbirî de hatin barandin.

Bi dronên xwekuj êriş dikin

Di encama topbarana bê ser û ber a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn. Ziyanên mezin jî gihîştin mal û milkên welatiyan û zeviyên gelek gundan hatin şewitandin.

Di 4`ê Tebaxê de droneyeke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de 9 welatî birîndar bûn û 6 ji wan zarok bûn."

Di 16`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran kir, di encamê de zarokekê 15 salî Ehmed Îmad Îbiş birîndar bû.

Di 19`ê Tebaxê de, di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn. Navên birîndarê "Xedîce Şemo (55 salî), Emîra Hisên Xelef (13 salî).”

Di 24`ê Tebaxê de, droneyeke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifetê bombe kir, di encamê de 4 kes şehîd bûn, 5 kes jî birindar bûn.

Navên şehîdan ev in: Reşîd Elîko (28 salî), Fatima Osman Mamo (21 salî), Hemze Birîm, Zuhêr Ebdurehman Mihemed (36 salî).

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.