Di kirpiyê de hatin kuştin

Sêşem 20 Îlon 2022 - 21:15

  • HPG'ê da zanîn ku di çalakiyên gerîlayên azadiyê yên yên 19 û 20'ê Îlonê de 16 dagirker hatine kuştin, û 3 ji wan kontra bûne.

HPG'ê da zanîn ku di çalakiyên gerîlayên azadiyê yên yên 19 û 20'ê Îlonê de 16 dagirker hatine kuştin, û 3 ji wan kontra bûne. Her wiha wesayiteke leşkerî ya bi tîpa kîrpî û droneyek jî hatine îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û got, "Di çalakiyên hêzên me de 16 dagirker hatin cezakirin ku 3 ji wan kontra bûn. Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa kîrpî û droneyek hatin îmhakirin.

Li Geverê di şer de hevrêyên me Eylem û Evîn ên bi ruhê Apoyî û lehengî şer kirin, şehîd bûn."

Di dewamê de HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 23 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 9 caran bi balafirên şer, 68 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

19'ê Îlonê saet di 10:00´an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, wan hewl didan bikevin nava çeperên şer ên li qada Şehîd Serxwebûn. Dagirker bi astekê vekişiyan.

19'ê Îlonê saet di 12:20’an de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger, komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û bi sekvaniyê li wan da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

20'ê Îlonê saet di 03:00´yan de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist û dagirkerek ceza kir.

Li Xakurkê

20'ê Îlonê li Qada Girê Şehîd Şahan a Xakurkê, tîmên me yên bi tevger, dagirker xistin bin kontrola xwe. Saet di 07:10'an de bi çekên giran li wesayiteke leşkerî ya tîpa Kîrpî xistin. Di encama çalakiyê de wesayita leşkerî ya bi tîpa Kîrpî bi temamî îmha bû, 10 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Li Metînayê

19'ê Îlonê saet di 08:35'an de droneyek li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê difiriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevgera ve hate xistin û îmhakirin.

19'ê Îlonê saet di 12:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer, tîmên me yê bi tevger bi sabotajê çalakî kir.

19'ê Îlonê saet di 19:55'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

Eylem û Evîn şehîd bûn

HPG´ê li ser şerê li Geverê 19´ê Îlonê rûdayî jî got, gerîlayên wê Eylem û Evîn şehîd bûne: “19'ê Îlonê saet di 01:00 de li herêma navbera gundên Kapotê, Yekmalê û Darê yên navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, di navbera du hevrêyên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di vî şerê du saetan de 3 kontra hatin cezakirin. Hevrêyên me Eylem û Evîn heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir, û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne piştre wê bi gelê me re bêne parvekirin. "

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.