Di hucreya yek kesî de dihêlin

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:15

Hevjîna girtiyê nexweş Mehmet Darga yê tevî nexweşiyên giran di hucreya yek kesî de tê ragirtin, Hulya Darga, anî zimên hevjînê wê bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û daxwaz kir ku ew demildest bê berdan. 

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin. Mehmet Darga yê li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Girsûnê girtî ye, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên giran nayê berdan. Darga ku nexweşiyên wî yên wekî şekir, nexweşiya mîde, gastrîta kronîk, mîde û 2 caran jî ji dilê xwe anjiyo bûye di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Darga yê ku 32 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di sala 1992'yan de li Mêrsînê hat girtin. Darga di 32 salan de li Girtîgehên Edene, Şirnex, Wan û Çanakkaleyê de hatiye ragirtin û pişt re sirgunî Girtîgeha Gîresûnê kirin. Herî dawî jî bi hinceta ketiyê çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan ji bo azadiya fizîkî ya RêberAbdullah Ocalan pêk were û pirsgirêka kurd bi rêya demokratik çareser bibe hatibû destpêkirin, înfaza wî bi biryara Konseya Ewlekariyê hat şewitandin û xistin hucreya yek kesî. Darga ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin, ji ber nexweşî û temenê xwe yê mezin nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. 

Hevjîna Darga, Hulya Darga diyar kir ku hevjînê wê ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne û xwest ew were berdan. 

Nikare lazimiyên xwe bi cih bîne 

Hulya Darga, anî ziman ku rewşa hevjînê wê Mehmet Darga giran e û got ew bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Darga, da zanîn ku diranên hevjînê wê ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin ketine û wiha got: “Ji bo hevjîna min teslîm bibe destpêkê ez destgîr kirim. Ez wê demê ducanî bûm. Piştî ku hevjînê min hat destgîrkirin pişt re ez hatim berdam. Hevjînê min 32 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşiyên wî pir giran in. Ji ber ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Heke kesek li cem wî hebûya wê alîkariya wî bikira. Ew bi tena serê xwe zehmetiyan dikişîne." 

7 sal in nikare hevjînê xwe bibîne 

Darga bi lêv kir ku 7 sal in wê nekariye ku hevjînê xwe bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber nexweşî û zarokan min nekarî biçim hevdîtinê. Min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirin. Bi tena serê xwe min debara malê kir. Ez di gelek karan de xebitîm. Hevjînê min bi rêkûpêk nayê dermankirin. Tenê dema ku rewşa wî xerab dibe wî dibin nexweşxaneyê. Tevî nexweşiya giran û temenê wî mezin e jî hevjînê min bernadin. Ew nikare di girtîgehê de bimîne. Divê demildest bê berdan. Banga me ew e ku gelê me û rêxistinên mafên mirovan xwedî lê derbikevin."

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.