Di êrişa Îranê de 7 kes şehîd bûn 24 kes birîndar bûn

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 02:17

Rêveberê Parastina Şaristanî ya navçeya Koyeyê ragihand ku di êrişa balafirên Îranê ya li dijê baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê- Îran (PDK-Î) a li Koyeyê de, 4 kes şehîd bûne û 14 kes jî birîndar bûne. Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Doktor Xalîd a navçeya Koyê, Dr. Kawe Sabîr jî hejmara birîndaran weke 15 ragihand. Berdevkê PDKÎ Xalid Ezîzî jî da zanîn ku nêzîk û derdora dibistana zarokan li Koyê hatine bombebarankirin û ew cih ne cihê leşkerî ne, bi temamî cihên sivîl in.

Balafirên bi çek û bê mirov yên rejîma Îranê baregehên hizbên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li herêma Zirgiwê ya nêzî Silêmaniyê û hin deverên ser bi PDK-Î yên sivîl li navçeya Koyeyê bombebaran kirin. Di êrişa li Koyeyê de li gorî wezîrê tenduristiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.

 

9 zarok birîndar kirin

Rêveberê Parastina Şaristanî yê Koyeyê Goran Ehmed Simaqe, derbarê mijarê de ji Rojnews re got; “Heta niha du şehîd û 7 birîndar ji baregeha PDK-Î gihandine nexweşxaneya Koyeyê. Hinek kesên din ên birîndar jî hê li cihê bûyerê mane û hewl didîn wana jî rizgar bikin.”

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Doktor Xalîd a navçeya Koyê, Dr. Kawe Sabîr hejmara birîndaran sererast kir û got, di êrişa Îranê de 15 kes birîndar bûne. Li gorêî agahiyan 15 ji birîndaran xwendekarên dibistana destpêkê û ya navîn in. Wezîrê tenduristiyê hê hikûmeta Hewlêrê Saman Berzencî da zanîn ku di êrişa li dijî Koye de 4 kes şehîd bûne 14 kes birîndar bûne.

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan-Îranê, da zanîn ku Îranê doh bi dronan baregeha wan jî bombebaran kiriye. Komeleya zehmetkêşan got, zirar gihiştiye 4 mal û baregeha wan lê zirarên canî çênebûne. 

 

Li baregeha PAK´ê rojnamevan birîndar bû 

Rejîma Îranê doh êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya nêzî navçeya Pirde ya Hewlêrê jî kir. Rayedarên partiyê dan zanîn ku di êrişê li dijî devera Şerawa ya nêzî Hewlêrê de şehîd û birîndarên wan hene, lê heta ku nûçeya me dihat amadekirin, ti daxuyaniyeke li ser hejmaran nehat eşkere kirin. Lê belê hat zanîn ku piştî pêla yekê ya êrişên bi dronên xwekuj, li baregeha PAK´ê rojnamevan Soran Kamran di pêla duyem a êrişên Îranê de birîndar bûye. 

Wezîrê tenduristiyê hê hikûmeta Hewlêrê Saman Berzencî li ser êrişê da zanîn ku 3 kes şehîd bûne û 10 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Îranê deverên di bin kontrola hêzên PJAK û HRK´ê de jî topbaran kirin. Li van deveran ti baregehên darîçav ên hêzên ser bi PJAK û HRK´ê nînin.  

 

Ji beriya 6 rojan ve topbaran

Îran ji beriya 6 rojan ve Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Wê doh beriya êrişên bi dronan ên li dijî baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dîsa devera Bradost a li sînorê nahiya Sîdekanê ya ser bi navçeya Soran a Hewlêrê topbaran kir. 

Rêveberê Nahiya Sîdekan Îhsan Çelebî pêr dabû zanîn ku artêşa Îranê çar rojan li ser hev bilindahiyên Seqer, Berbizîn, Gerûya Sîngan, Mêrge Susin, Gora sayê, Derhol û Perêze û Benê topbaran kiriye.

Beriya bi 3 rojan, partiya Rojhilatê Kurdistanê Komeleyê dabû zanîn ku dronên keşfê li ser baregeha wê ya navendî digerin. Ev baregeh jî ketin ber êrişên berfireh ên êrişa doh a Îranê.   

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.