Di du mehan de 900 hezar îmze

În 3 Adar 2023 - 16:12

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampanya îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 22'ê Çile ve nêzî 900 hezar îmzeyî hatine komkirin.

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re-Sûriye, ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê, pêkhatina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re û misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Piştî ku kampanya li tevahiya herêmê bi dawî bû, îmzeyên bêne komkirin wê radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bêne kirin û ji wir jî ji CPT´ê re werin şandin.

Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û berdevka kampanyaya îmzeyan Perwîn Yûsif li ser mijarê ji ANF'ê re got, li Herêma Cizîrê kampanya bi dawî bûye û heta niha wan nêzî 900 hezar îmzeyî kom kirine. Perwîn Yûsif ragihand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina kampanya îmzeyan ji bo xwe weke wezîfe û berpirsyarî dîtine: "Ev kampanya daxwaza gelan hemûyan bû. Bi beşdariya her sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li herêmê, her kesî îmze da kampanyayê. Îmzeyên ku têne komkirin wê ji CPT´yê re bêne şandin. Ji ber ku ev qad ji berpirsyariya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ye. Lê belê CPT heta niha bi durûtî tevdigere.”

Divê Ocalan fizîkî azad bibe

Perwîn Yûsif got, divê ew bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin û wiha dewam kir: “Armanca me ne tenê agahîwergirtina ji Rêberê me ye, armanca me misogerkirina azadiya wî ya fizîkî ye. Dem dema azadiya fizîkî ya Rêbertiyê ye. Heger îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel dikarin bi xwişk û biratî bijîn, afirînerê vê yekê Rêber Apo ye."

Ji hedefa xwe bihurandin

Perwîn Yûsif anî ziman ku ew dixwazin kampanyayê bi rengekî serketî bi encam bikin û got, "Li gorî qanûnan ji mirovên di ser 15 salî re ji her dilxwazî îmze hate komkirin. Mal bi mal, komun bi komun em tevgeriyan. Li Herêma Cizîrê kampanya îmzeyan bi dawî bû. Lê belê ji ber bandora erdheja li Tirkiyeyê ya li ser herêmê, li hin herêman kampanya hîna jî dewam dike.

Me hedefa ku danîbûn ber xwe derbas kir. Nêzî 900 hezar îmze hatin komkirin. Di demeke kurt de wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamên kampanyayê bi raya giştî re bêne parvekirin. Em ê bi rêya kampanyayê hêrsa gel careke din ji cîhanê re ragihînin."
Perwîn Yûsif li ser tevlîbûna xelkê jî got, “Tevlîbûna gel a li kampanyayê girseyî bû. Bi eşqeke mezin tevlî kampanyayê bûn. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi vê kampanyayê careke din nîşan dan. Ew dixwazin bi van îmzeyan encamek bê bidestxistin. Ew ê şopdarê kampanyayê bin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.