Di çemê Reynê de winda bûn

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:39

  • Li bajarê Elmanyayê Duisburgê, Beşir Kandemir ê 64 salî û kurê wî Emîr, ketin ber şek û herikeke çemê Reynê û her di jî winda ne.

Li bajarê Elmanyayê Duisburgê, Beşir Kandemir ê 64 salî û kurê wî Emîr, ketin ber şek û herikeke çemê Reynê û her di jî winda ne. Hat zanîn ku ji bo dîtina kur û bav xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.  

Sêşema bihurî 6’ê Îlonê, berêvarê gava ku zarokê 9 salî li ber peravê bi avê dilîze, ji ber bihurîna keştiyeke mezin şekek li zarokî dixe û wî li ber xwe dibe. Bav Beşîr Kandemir û dayik Songul Kandemir xwe li pey kurê xwe diavêjin avê û ew jî dikevin ber şeka avê. Masîgirek bi hewara Songul Kandemirê ve çû û ew xelas kir, lê kur û bav li ber avê çûn û winda bûn. Lêgerîna ji bo kur û bav di çem û peravên çemî de heta niha bê encam mane.

Malbata Kandemir ji salên 1980’yî ve li Elmanyayê dima. Beşir Kandemir jî ji xebatkarên pêşî yên kovara Kurdistan Report bûye. Ew muhendîs bû û kurê wî jî di kluba zarokan a Dersim Sporê de dilîst.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.