Di cejna ziman de dengbêj li ser dikê bûn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:28

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de di çarçoveya aktîvîteyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de “10’emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hûnerê ya Cizîrê” li dar dixe. Mihrîcana ku dê pênc rojan dewam bike dest pê kir. Li qada agirkujiyê ya şaredariyê Dîwana Dengbêjan hate danîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Hevşaredarên DEM Partiyê yên navçeyê, Dayikên Aşitiyê û gelek welatî tev li bernameyê bûn. 

Me bi hevre li ber xwe da

Di destpêka bernameyê de Hevşaredara Cizîrê Gûler Tûnç Yerbasan axivî. Tûnç, diyar kir ku bi salane di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de çanda kurd tê qirkirin û got; “Mihrîcana me ya çand û hunerê her carê ji aliyê qeyûm ve dihate qedexekirin. Armanc tinekirin û qirkirina gelê kurd bû. Lê me hemûyan li her qadê bi hevre li ber xwe da. Weke şaredariya Cizîra Botan em piştî 5 salan li ser kar in û me şaredariya xwe bi dest xist. Em îro starta xebatên xwe yên şaredariyê bi mihrîcana çand,ziman û hûnerê didin, li tevahiya gelê me pîroz be.”

Divê em zimanê xwe biparêzin 

Piştre Hevserokê Komeleya Ziman, Çand û Hûnerê ya Birca Belek Cahît Akil axivî. Akil jî bal kişand ser girîngiya 15’ê gulanê û ev tişt got: “Cizîra Botan piştî demeke dirêj îro malavaniya mihrîcaneke kurdî dike. Ji bo roja zimanê kurdî kedeke gelek mezin hate dayin. Ji ber wê divê ku em bi vê zanebûnê zimanê xwe biparêzin. Divê ku em li mal, li kolan û li taxên xwe xwedî zimanê xwe derbikevin. Ji ber wê bernameyên bi vî rengî girîng in. 15’ê Gulanê li tevahiya gelê me pîroz be.” 

Piştî axiftinan Dengbêj Xelîl Katar, Kurdê, Mehmet Denîz û Rêzanê Batû kilamên xwe pêşkeş kirin. Bername bi gêrandina govendê bi dawî bû. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.