Di berhemên hunerî yên Japon de Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 21:39

  • Gulana bihurî li Tokyoyê li sînemayeke piçûk, temaşevanan belgefilmeke li ser muzîka ji rêûresmê ya Kurdan temaşe kir û paşê ne bi ecêban li çepikan da jê re.  

Gulana bihurî li Tokyoyê li sînemayeke piçûk, temaşevanan belgefilmeke li ser muzîka ji rêûresmê ya Kurdan temaşe kir û paşê ne bi ecêban li çepikan da jê re.  

Gelek ji wan jî paşê daketin ser dike, cem muzîkvanekî Kurd ê vexwendî û li ber muzîka wî reqisîn. Ev çalakî tenê yek ji wan bû ku di çarçoveya berhemên hunerî yên li Japonyayê li ser Kurdan hatine çêkirin. 

Esas li Japonyayê qederê 2 hezar Kurdî tenê hene. Ew heta niha tenê bi zilm û zora siyasî û bi helwêsta hikûmetên Japon a beramberî wan dibûn rojev. Lê niha ev awirê hanê diguhere û ber bi hilberîna hunerî ve jî diçe. 

Ev belge filma li jor me behsa wê kir, "Voices from the Homeland (Dengên ji welat)" bû. Film par bi derhêneriya Natsuki Nakajima hatiye çêkirin û Xelata Mezin di kategoriya kurtefilman de di Festîvala Belgefilma a Tokyoyê de wergirtiye.

Natsuki Nakajima ya 27 salî, çûye Bakurê Kurdistanê da ku dîmenan ji bo belgefilma xwe bigire. Nakajima bi xwe jî bestekar e û dengbêjiyê gelek tesîr lê kiriye. Ew bi dengbêjan re behsa zilma dewleta Tirk a li Kurdan jî dike.  

Film û romanek

Filmeke metraj dirêj jî Gulana bihurî li seranserê Japonyayê kete vîzyonê: "My Small Land (Welatkê min ê piçûk)". Film behsa jiyana keçeke Kurd a diçe dibistana amedeyî li wilayeta Saitama ya li bakurê Tokyoyê dike. 

Rayedarên Japon, piştî ku doza bavê wî ya penaberiyê red dikin wî dixin nezaretê. Ew bi xwe hewl dide jiyana xwe dewam bike. Di karekî danekî rojê de ew kurekî Japon nas dike û film behsa serpêhatiya wan dike.

Dêrhênera filmê Emma Kawawada ya 30 salî ye. Ew dibêje, di navbera qebûlnekirina wê weke Japonî (bavê wî Ingilîz e) û qebûlnekirina Kurdan weke milet ji ber ku bê dewlet in, hin paralel hene û wê xwestiye wan nîşan bide. Lê wê tenê berê xwe nedaye zehmetiyên Kurdan ên li Japonayayê, wê çanda wan a dewlemend jî pirralî nîşan daye, nexasim jî dawetên wan û xwarinên wan. Jixwe, weşanxaneya Kodansha Ltd. romaneke xwe disipêre çîroka vê filmê weşand. Emma Kawawada bi xwe ew nivîsandiye.

Xwarinên Kurdî

Li Kawaguchi ya li wilayeta Saitamayê ku nifûsa herî mezin a Kurdan lê heye, Naomi Nakajima ya 64 salî dest pê kiriye dersên çêkirina xwarinên Kurdan dide. ji bo dersê jî kitêbeke çêkirina xwarinên Kurdan jî hatiye weşandin. Navê kitêbê "Sifra Kurdî" ye. Japon ji ber bikaranîna goştî pez, tirş û ava bacana û gelek baharatên tûj, xwarinên Kurdî balkêş dibînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.