Dewleta Tirk zarokek birîndar kir

În 29 Kanûn 2023 - 06:00

Dewleta Tirk a dagirker, bi rojane bombebaran û toparana li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dijwarî dewam dike. Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê de zarokeke 16 salî birîndar bû.

Pêr piştî nîvê şevê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama hedefgirtina rasterast a taxên başûrê navçeyê de zaroka bi navê Xilûd El Mistefa ya 16 salî dema hewil dida tevî malbata xwe ji malê derkevin, ji lingê xwe birîndar bû. Dûre Xilûd ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Reqayê. Li gorî agahiyên malbatê dane, 3 damarên lingê wê yê rastê qut bûne.

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.