Dewleta Tirk zarok kuştin

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • CPT: Êrişa bi topan ya dijî cihê lîstika zarokan û gerana balafiran di yek demê de bû. Li gorî me, bi qest cihê festîvalê kirine hedef û xwestin ziyanên canî çêbin.

CPT’ê ragihand ku piştî lêkolîna li Bamernê û axaftina bi şahidên êrişa 26’ê Gulanê ya li Bamernê re ya ku tê de 2 zarok şehîd bûn, wan kariye tesbît bikin ku dewleta Tirk êriş kiriye.

Rêxistina Tîma Aştîxwaz a Civakî (CPT) a Başûrê Kurdistanê, encama lêkolînên li ser şehîdkirina her du zarokên li Bamernê, eşkere kir û li gorî encama lêkolînê, dewleta Tirk  zarok qetil kirine.

26´ê Gulanê gava êrişa dewleta Tirk li dijî xelkê çûyê seyranê pêk hat, çapemeniya PDK´ê ji bo parastina qirkerên Tirk, bi israr îdîa dikir ku PKK´ê êriş kiriye. Qismek ji çapemeniya PDK´ê ya ser bi serokê PDK´yê yê herêmê Nêçîrvan Barzanî ve jî îdîa dikir “PKK û dewleta Tirk” top avêtine hev û di encamê de ev her du zarok bûne qurbanî. Hingê hem HPG´ê û hem jî KCK´ê ev îdîa bi temamî li derewê qelibandibûn. Jixwe xelkê li seyrangehê jî û dêûbavên zarokan jî eşkere navê dewleta Tirk weke qatilê zarokan hildida. CPT ya Başûrê Kurdistanê bi lêkolîn û rapora xwe ya li ser meseleyê eşkere nîşan da ku ev îdîayên çapemeniya PDK´ê derew bûn û ev derew jî bi qest û bêbingeh bûne.   

Dronên Tirkan her li ezman bûn

CPT’iyê bi daxuyaniyekê encama lêkolîna xwe ya li ser êrişa dewleta Tirk a li Bamernê ya ku tê de 2 zarok şehîd bûn, ragihand. CPT´ê got, “Li gorî belgeyên bi destê me ketî û li gorî herêma ku êriş lê pêkhatî, derdikeve holê ku egera herî zêde ew e ku êriş ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye.”

CPT’ê di daxuyaniya xwe de cih da agahiyên malbatên zarokan jî û ev agahî parve kir: “Malbatên her 3 zarokan [2 şehîd bûn û yek jî birîndar bû] dibêjin, wê roja ku êriş pek hat, wan hertim dengê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ku li ser wê herêmê digeriyan, dibihîst. Yanî balafir li ser cihê festîvalê digeriyan, cihê festîval lê pêkhatî jî, tenê 800 metre ji baregeha dewleta Tirk a li Bamernê dûr bû.

Bi qest cihê festîvalê bombe kirine

Êrişa bi topan ya dijî cihê lîstika zarokan û gerana balafiran di yek demê de bû. Li gorî me, bi qest cihê festîvalê kirine hedef û xwestin ziyanên canî çêbin.”

Di dawiyê de hate gotin, çiyayê Metîna ku tê gotin top ji wir ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin jî, niha dibin desthilatdariya leşkerên Tirk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

PDK´ê xwest hingê çi bike?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 26’ê Gulana 2022’yan li herêma geştiyariyê ya Zêwe ya Bamernê ya Amediyê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 2 zarok şehîd bûbûn. Yek ji wan Yûsif Hacî û Revend bû û yê din jî Hoşyar Muhsîn bû. Ji bilî wan zarokek jî birîndar bûbû. Tevî dîmen û daxuyaniyên malbatan jî PDK’ê israr derew kiribû û gotibû PKK’ê dever topbaran kiriye. 

Li ser vê yekê HPG’ê daxuyaniyek dabû û eşkerekiribû ku artêşa Tirk êrişa bi topan kiriye û ew ê tola zarokên Kurd hilîne. 

HPG´ê tola zarokan hilanî

Tîmên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, 2'ê Tîrmehê saet di 17:30'î de li nehiya Şêladizê ya Amediyê derbeke giran li baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tola zarokên gelê Kurd ên li Bamernê şehîd hatin xistin, hate hilanîn û derbeke giran li Tirkên dagirker hate xistin."

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.