Dewleta Tirk wê êrişî cinetê jî bike

În 19 Tebax 2022 - 21:27

  • Ketina devera Golên Satê yên li Çiyayên Cîlo, beriya niha ji aliyê walitiya dewleta Tirk a dagirker a Hekariyê ve hatibû sînordarkirin. 

Ketina devera Golên Satê yên li Çiyayên Cîlo, beriya niha ji aliyê walitiya dewleta Tirk a dagirker a Hekariyê ve hatibû sînordarkirin. Yanî çûna deverê bi destûrê bû. dewleta tirk niha çûna vê deverê bi temamî qedexe kir ji bo mohleta mehekê. 

Walîtiya dewleta Tirk a dagirker, piştî ku çûna devera Golên Satê yên Cîloyê qedexe kir, bernameyên gelek komeleyên derdorê û kulubên çiyageriyê yên Golên Satê bi biryarê re hatin betalkirin. 

Ev dever ji deverên herî xweş ên Çiyayên Cîloyê ye. Hate zanîn ku ji ber ku li dijî Golên Satê û herêmên li derdorê amadekariyên operasyonên dagirkeriyê tên kirin, ev biryar hatiye dayîn. Yanî Kurd biçin cinetê jî, dewleta Tirk wê êriş bike.

COLEMÊRG 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.