Dewleta Tirk li Mabetayê 3 kes revandin
Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:39
- Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a Efrîn dagirkiriye, yên navê 'polêsên leşkerî', ji navçeya Mabeta ya ser bi Efrînê bi temamî doh 3 kes revandin.
Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a Efrîn dagirkiriye, yên navê 'polêsên leşkerî', ji navçeya Mabeta ya ser bi Efrînê bi temamî doh 3 kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker pêşî welatiyê bi navê Cîhad Mihemed Mensûr ê 51 salî yê ji gundê Şorbê yê Mabetayê, revand. Çavkaniyên deverê dan zanîn ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe Ferîd Ehmed Mistefa yê ji gundê Emara yê Mabetayê jî revandiye û biriye cihekî nediyar. Heman dagirkeriyê paşê Bêrem Mihemed Mistefa yê 35 salî jî ji gundê Şêxûtka yê Mabetayê revand. Çavkaniyên deverê dibêhjin, Bêrem Mistefa birine zindaneke dewleta Tirk a li Efrîn a dagirkirî.
ŞEHBA