Dewleta Tirk jî li Tişrînê têk diçe

Sêşem 14 Çile 2025 - 03:20

  • Zekeriya Şêxo ku li Bendava Tişrînê geşedanan ji nêz ve dişopîne anî ziman ku tevî êrişan jî, gel 6 roj in li bendavê nobedê digre û got:“Dema em li vir bi gel re diaxivin dibêjin, “Em ji balafir û bombeyên wan natirsin. Me çawa ku DAIŞ li Kobanê têk bir, em ê dewleta tirk jî li Bendava Tişrînê têk bibin.”

Xelkê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di 8ê çileyê de li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ber bi bendava Tişrînê meşiyan. Dema xelk ber bi bendavê vê diçûn Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî karwanê kiribû. Di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 15 welatî jî birîndar bûn. Xelkê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tevî êrişan jî 6 roj in li Bendava Tişrînê nobetê digirin. Rojnameger Zekeriya Şêxo ku ji roja destpêke ve li Bendava Tişrînê geşedanan ji nêz ve dişopînê ji Ajansa Welat re li ser nobeda ku welatiyan dayê destpêkirin axivî.

Berxwedana şervanan mezin e

Zekeriya Şêxo anî ziman ku ji aliyekî ve komên çete yên dewleta Tirk, ji aliyê din ve jî artêşa Tirk bi SÎHA’yan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike û got:“Li dijî herêmê û welatiyan êrişên hovanê pêk tînin. Ew êriş bi komên çete yên giredayî wan ve pêk tên. Ew mehek e şer li herêmê didome. Li dijî van êrişan berxwedana şervanên YPG, YPJ û QSD’ê mezin e. Gelek êrişên komên çete hatin şikandin. Niha jî li herêmê bi taybet li Bendava Tişrînê êriş berdewam dikin û li dijî êrişan berxwedaneke bêhempa heye.”

Gel li ber xwe dide

Zekeriya Şêxo destnîşan kir ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi yek helwest li dijî êrişan rabûnê ser pêyan û got:“Xelkê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî van êrişan berê xwe dan Bendava Tişrînê. Xelk hem ji bo piştgiriya şervanan meşiyan û hem jî ji bo ewlehiya Bendavê û li wir dest bi nobetê kirin ku êrişên li ser Bendavê rawestin. Xelkê herêmê li dijî êrişan xwedî helwest e. Gel tevî êrişan jî, li Bendava Tişrînê li ber xwe didin.”

Dewleta Tirk xelkê sivîl dikuje

Di bdewama axaftina xwe de Zekeriya Şêxo bal kişand ser êrişa Tirkiyeyê li ser welatiyên Bendava Tişrînê jî û got:“Her roj Bendava Tişrînê tê topbaran kirin. Ev dibe sedema xetereyan li ser xelkê herêmê. Welatiyên herêmê, dema ku meşiyan Bendava Tişrînê, Dewleta Tirk karwan topbaran kir. Dewleta Tirk êrişî welatiyên sivîl kir. 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Lê wan êrişan berxwedana gel neşkand. Xelk behtir xwedî li berxwedana Bendava Tişrînê derketin. Dema em li vir bi gel re diaxivin dibêjin, ‘Em ji balafir û bombeyên wan natirsin. Îradeya me ji êrişên wan mezintir e. Me çawa ku DAIŞ li Kobanê têk bir, em ê dewleta Tirk jî li Bendava Tişrînê têk bibin.”

Gelek gund di bin avê de dimînin

Di dawiya axaftina xwe de Zekeriya Şêxo anî ziman ku ji ber êrişên Tirkiye û komên wê yên çete ava li Bendava Tişrînê bilind bûye û got:“Dewleta Tirk çeteyên giredayî wê rastê rast Bendava Tişrînê hedef digirin. Bendava Tişrinê nêzî 4 kîlometre mezin e. Ji ber wê jî topbarana li ser Bendava Tişrînê metirsiyeke mezin derdixînê holê. Ji ber ku aveke zêde li Tişrînê kom bûye û ew yek jî metirsiya teqîna bendavê bi xwe re tîne. Heke bendav biteqe gelek bajarên Suriyeyê wê bandor bibin. Dibe ku bandor li ser bajarên dewletên din jî bike. Asta bilindbûna bendavê xetereke mezin e. Metirsiya ku gelek gund di bin avê de bimînin heye.”

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.