Dewleta Tirk ji Iraqê re xeter e

În 3 Hezîran 2022 - 22:18

  • Li Iraqê, endamê Hevgirtina El-Nesir, Eqîl El-Redînî got divê hikûmeta Iraqê dev ji siyaseta bi dewleta Tirk re berde. 

Li Iraqê, endamê Hevgirtina El-Nesir, Eqîl El-Redînî got divê hikûmeta Iraqê dev ji siyaseta bi dewleta Tirk re berde. Wî weke sedem jî got, dewleta Tirk li ser xelk û ewlehiya neteweyî ya Iraqî xeter e. 

Eqîl El-Redînî got, destwerdana dewleta Tirk li bakurê Iraqê xeterek e li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê û serweriya Iraqê binpê dike.

El-Redînî got, dewleta Tirk bi zêdetirî 200 kîlometreyan ketiye nava xaka Iraqê, li kêleka wê jî gelek baregehên leşkerî yên sabît li herêmên Şengal, Mûsil, çiyayên Qendîl, Qesebt û gundên din ava kirine.

El-Redînî got, niha zûzûka li ber destê Iraqê çareyên li hemberî destwerdanên dewleta Tirk nînin, lê divê zext ji aliyên qanûnî û dîplomasî ve lê were kirin ku ji welat derkeve.

Eqîl El-Redînî xwest hikûmeta Iraqê dev ji gotinên baş ên siyasî bi dewleta Tirk re berde, binpêkirin û bombebarankirinên bênavber ku xetereyê li ser xelkê çêdikin, paşguh neke.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.