Dewleta Tirk çima deyn dide Iraqê?
Sêşem 29 Kanûn 2020 - 05:00
- Dewleta Tirk dîsa îdîa dike ku wê 5 milyar dolaran bi deyn bide Iraqê. Lê haya parlamena Iraqê ji vî pereyî û ka bi çi şertê hatiye dayîn nîne
Parlementerekî Iraqê diyar kir ku derbarê şêwazê dayîna pênc milyar dolaran de yên ku dewleta Tirk wê weke deyn bide Iraqê, ti agahî nedane Parlemena Iraqê. Li gorî nûçeya Berhem Letîf a di Rojnewsê de ev 5 milyar dolar wê di warê pîşesaziyê de werin bikaranîn, lê dewleta Tirk ev pere bi şertê ku kompaniyên Tirk van projeyan çêkin, dane.
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çû serdana Tirkiyeyê û bi serokçeteyê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan re rûnişt, wî diyar kir ku Tirkiye wê 5 milyar dolaran bi deyn bide Iraqê. Li gorî hin agahiyan, yek ji sedemên sereke yên serdana Kazimî jî ew bû ku Enqere ev 5 milyar dolar xistibin bernama xwe ya kar de. Berhem Letîf bi bîr dixe ku beriya niha jî çend caran dewleta Tirk gotibû ewê pere bi deyn bide Iraqê. Lê piştre ev sozên xwe bi cih neanîbûn.
Dewleta Tirk dixwaze projeyan bi rê ve bibe
Li gorî îdîayan, dewleta Tirk gotiye, ew ê 5 milyar dolaran bêy faîz bi deyn bide Iraqê. Ev pere jî wê di warê binesaziya aboriya Iraqê de were bikaranîn. Lê bi mercê ku ev proje ji aliyê şirketên Tirk ve werin çêkirin û dewleta Tirk bi xwe van projeyan bi rê ve bibe.
Ev projeyên jêr di vê çarçoveyê de ne;
- Çêkirina balefirxaneya Musilê û gelek projeyên din ên pîşesaziyê li Mûsilê.
- Çêkirina rêya trenê ya Bexdayê ku wê Iraq û Tirkiyeyê bi hev ve bike.
- Çêkirina rêya deriyê nû yê sinorî (Ovako) ku wê di navbera Tirkiye û Iraqê de were çêkirin, ev rê digihe bendera Fawê.
Rojnamevan û çavdêrê Siyasî Dilşad Mecîd li têkildarî peywendiyên navbera Bexda û Enqereyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Tirkiye ji bo şêwazê çareserkirina pirsgirêka avê, projeyek daniye ber Iraqê.”
Li gorî Dilşad Mecîd, Tirkiyeyê razîbûna xwe nîşan daye ku ava pêwîst ji bo Iraqê berde, lê bi mercê ku Iraq sûdê ji vê avê wergire û nehêle ev av here deryayê.
Piştî serdana Kazimî
Piştî serdana Kazimî, Wezîrê Avdaniyê yê Iraqê Mehdî Hemdanî gotibû, Iraq û Tirkiyê di mijara avê de li hev kirine.
Di dema hikûmeta Heyder Ebadî de Iraqê li dadgeha navneteweyî giliyê Tirkiyeyê kiribû, bi sedema ku Tirkiye bêyî destûra Iraqê nefta Herêma Kurdistanê dişîne derveyî Iraqê. Li gorî giliyê Iraqê, divê Tirkiye 27 milyar dolar wek tazmînat bide Iraqê. Tirkiye diyar kiribû heger gilî were ragirtin, ew ê 5 milyar dolar bêy faîz deyn bide Iraqê. Ebdulmehdî jî vê giliyê li ser Tirkiyeyê rawestandibû. Bi gotina Mistefa Kazimî, Tirkiyeyê biryar daye îsal vî deynî bide Iraqê. Lê nayê zanin çima di vê demê de Tirkiye wê vî deyn bide Iraqê ku bi xwe di qeyraneek giran ya aborî de ye.
Haya parlamenê jê nîne
Di derbarê vê mijarê de hîna ti agahiyek bi parlementoya Iraqê re nehatiye parvekirin. Berhem Letîf peywendî bi çend parlementerên Iraqê danî, û wan jî piûştras kir ku agahiya ti kesî li parlamenê ji vî deynî nîne. Derbarê mijarê de Parlementerê Iraqê Huşyar Ebdullah gotiye, haya wan ji mijarê nîne ka Tirkiye di beramberî çi de vî deynî dide Iraqê û wê bi çi merc û şêwazekî bide.
BEXDA