Dewleta Tirk çerxa diz û talanê ye

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 21:21

  • MÎT’a Tirk û çeteyên wê ji bajarokê Hemam Tirkmen ê kantona Girê Spî ya dagirkirî 3 welatî revandin, di nav wan de jinek jî heye. MÎT´ê ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

MÎT’a Tirk û çeteyên wê ji bajarokê Hemam Tirkmen ê kantona Girê Spî ya dagirkirî 3 welatî revandin, di nav wan de jinek jî heye. MÎT´ê ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyên deverê ji gundewarê kantona Girê Spî da zanîn ku MÎT’a Tirk û çeteyên wê pêr bi şev girtin ser bajarokê Hemam Tirkmenê, 2 mêr û jinek revandin. Her sê welatî birin cihên nediyar.

Heman çavkaniyan navên kesên revandî jî eşkere kirin: Samir El-Esaf ê ji eşîra Tobal a Tirkmen, Wîsam Xelîl El-Osman ê ji eşîra Bakêrat a Tirkmen û jineke Kurd a ku navê wê nehat zanîn.

Li herêmên dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, siyaseta revandinê dewam dikin da ku fîdyeyan li hember serbestberanê bixwazin, wan neçarî koçberiyê bikin û pê re jî demografiya herêmê biguherin.

Ajansa ANHA’yê destpêka vê mehê belge kir ku serçeteyên dewleta Tirk li Girê Spî ya dagirkirî 11 milyon lîreyê sûrî ji malbata kesê revandî yê bi navê Hafiz El-Casim ê ji bajarokê Elî Baceliyê li hember serbestberdana wî xwestine.  

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.