Dewleta Tirk bombe kir ya Iraqê teftîş kir

Çarşem 17 Gulan 2023 - 00:29

Droneke bi çek ya dewleta Tirk a dagirker, malek li navçeya Xanesorê ya ser bi Şengalê bombe kir. Li gorî agahiyan piştî êrişê, Lijnekeyeke Ewlekariyê ya hêzên federal ên Iraqê, li cihê bûyerê lêkolîn kirine. 

Li gorî agahiyên peyamnêrê RojNewsê, bombe li xaniyekî di halê înşaetê de ketiye û zirar li haîwrdorê bûye.

Êriş piştî nîvrojê bû û zirar û ziyan li malên derdorê yên welatiyan bûye. 

Herçî Lijneyeke Ewlekariyê ya ji artêşa Iraqê, polîs û Asayîşa Federal, li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, ti zanyariyek li ser mijarê li raya giştê nehatibû eşkerekirin.

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hecî Kûlî da zanîn yek ji herêmên ku herî zêde van demên dawiyê koçberên Şengalê vedigerinê, Xanesor e: “Hilbijartina Xanesorê ji bo êrişê watedar e û ev êriş li dijî vegera gel e. Bersiva herî baş a ji êrişê re jî wê dewamkirina vegera gelê me ya ji bo Şengalê be. Em bang li gelê xwe dikin, bi vegerê bersiva van êrişan bidin û gel divê dest ji axa xwe bernede.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.