Dewleta Tirk bi ser nakeve

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:39

  • Serokê Hevbendiya Dewleta Yasa, Nûrî Malikî got, “Kurdên ku hevkariya dewleta Tirk dikin, bila baş bizanin ku li hemberî hêzeke weke ya PKK’ê, serketina dewleta Tirk ne pêkan e.”

Serokê Hevbendiya Dewleta Yasa, Nûrî Malikî got, “Kurdên ku hevkariya dewleta Tirk dikin, bila baş bizanin ku li hemberî hêzeke weke ya PKK’ê, serketina dewleta Tirk ne pêkan e.”

Serokê Hevbendiya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê de ji ajansa Bagdad Today re axivî û got, Tirkiye dadperweriyê ji gelê Kurd re nayîne.

Nûrî Malikî wekî din got, Iraq bi projeyeke navdewletî re rû bi rû ye û Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî ya Şîî pêşî li vê projeya metirsîdar girtiye û dest bi serketinê dike.

Malikî bal bire ser destwerdanên dewleta Tirk ên li dijê Iraqê û wiha axivî: “Ti demê weke niha destwerdanên derve li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê çênebûne, destwerdanên herêmî yên li ser Iraqê, wek fermanekê lê hatine.”

Nûrî Malikî got, ji bo dewleta Tirk Kurd hemû wek hev in: “Tirkiye bi ti awayî ferqê naxe navbera Kurdan, divê Kurd vê yekê baş bizanin. Kurdên ku hevkariya dewleta Tirk dikin, bila baş bizanin ku li hemberî hêzeke weke ya PKK’ê, serketina dewleta Tirk ne pêkan e.”

Malikî got, “Hêzên Herêma Kurdistanê nikarin li hemberî Tirkiyeyê rawestin û Tirkiye jî ji pirsgirêkên siyasî yên li Iraqê sudê werdigire.”

Serokê Dewleta Yasa rexne li hikûmeta Kazimî kir û got, “Dirêjkirina Hikûmeta Kazimî, mirina parlamen û destûra Iraqê ye.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.