Dewleta Tirk 3 Efrîniyên din revandin

Pêncşem 2 Îlon 2021 - 23:43

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî li navçeyên Şiyê û Mabata yên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin. 

Çavkaniyên ji Efrînê ji ANHA’yê re ragihandine ku çeteyên dewleta Tirk pêr Ebdulqadir Seydo li ser bendeke çeteyan ya li ketina bajarê Efrînê, revandiye.

Ebdulqadir Seydo ji xelkê gundê Birîmce yê Mabatayê ye û mala wî niha li Efrînê ye. 

30`ê Tebaxê çeteyên Lîwa El-Weqas ên li gundê Anqelê yê navçeya Şiyê bi ser mala Azad Kemal Hesen (32) û Arif Şikrî (32) de girt û herdu revandin. n

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.