Dewleta Îranê dîsa êriş kir

Duşem 14 Mijdar 2022 - 19:30

Artêşa Îranê, li deverên ku hêzên ji Rojhilatê Kurdistanê li wan in, bombe barandin. Artêşa Îranê êrişeke fuzeyan bire ser baregehên Partî Demokratî Kurdistan-Îran (PDK-Î) pêk anî. Piştî êrişa li dijî baregeha Hizba Demokrat a Îranê ya li navçeya Koyeyê, baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li gundê Zirugwêz ê ser bi Silêmaniyê jî hate bombebarankirin.

Doh serê sibehê, baregeha Hizba Demokrat a Îranê a li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ji aliyê rejîma Îranê ve hate bombebaran kirin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan êrişa ku Îranê biriye ser baregeha Komeleya Zehmetkêşan, bi riya 6 dronan pêk hatiye û ji wan, 4 drone bi baregehê ve hatine teqandin û hêzêm Komeleya zehmetkêşan her duyên din jî xistine xwarê.

Bi dema herêmî doh saet di 09:30'î de zozanên Seqer û Berbizinan ên herêma Bradostê jî ji aliyê dewleta Îranê ve hatin bombekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.