‘Dev ji tiştên efsûnî berdin, li rastiya xwe vegerin’’
Yekşem 22 Gulan 2022 - 22:00
- Li kîjan aliyê welat be bila bibe Kurdek wê bi çi hişmendiyê rabe efsûnekê li realîzma xwe bar bike? Jixwe, realîzma wî, rastiya wî rastiyeke hişk e. Îro dayikekê kevirek rakiriye û li hember tankên artêşeke dagirker sekiniye. Ku dera vê efsûnî ye?
MIHEME PORGEBOL
Sîdar Jîr yek ji nivîskarên Kurdî yên berhemdar e. Serpêhatiya wî ya Kurdî û nivîsandinê bi belavkariya rojnameya Kurdî dest pê dike, paşê kovargerî lê zêde dibe û pê re jî dest bi nivîskariyê dike û êdî dev jê bernade. Jîr, ji bo karê weşangeriyê yê ciwaniya xwe dibêje, gelek kesên wê wextê li gorî niha hinekî dilsoztir bûn, yên ku niha van karan dikin, dixwazin bi lez û bez derkevin pêş, dixwazin navê wan derkeve pêş.
Gava mirov li hebûna medyaya civakî difikire gotina Sîdar Jîr çêtir tê fêhmkirin. Ji ber ku di berhemên çanda populer de ti kes li exlaq, etîk û rêgezên edebiyatê nafikire, Sîdar Jîr dibêje, wî ev tişt li wê meydanê dîtiye. Her wiha Jîr îşaret bi meyla realîzma efsûnî dike û dibêje, li welatekî weke Kurdistanê, li welatekî bindest tu yê çawa dest ji realîzma li kuçe û kolanên xwe berdî û bi pey efsûna wê bikevî. Em bi Sîdar Jîr re li ser serpêhatiya wî ya kovargerî û wêjeyê peyivîn.
Dema te di salên 90’î de dest bi nivîsê kir di heman demê de te rojname jî belav dikir. Piştre jî fanzînek û veguherîna wê ya kovarê heye. Ew roj çawa li bîra te ne?
Ez ji rêûresma çapemeniya azad têm. Ew helbesta min a ku min di 12-13 saliya xwe de nivîsand jî weke hewesekê bû. Jixwe, ew helbest ne ya min bû jî. Min rêzikek ji Feqî girtibû, yek ji Cizîrî girtibû, yek ji Cegerxwîn girtibû û nîvî jî min li serê zêde kiribû. Di dawiya salên 90’î de xwendekariya zanîngehê dest pê kir. Belavkarî êdî ne pêkan bû. Lewra min bi dilê xwe nûçe çêdikirin û dişandin ji rojnameyê re. Hingê, weşana kovaran sekinîbû û me jî got, "Va jixwe rojname dertê. Em jî kovarekê derxin." Ewilî me bi navê Kulîlk, fanzînek derxist. Piştî çend hejmarên Kulîlkê, me dît ku em bi awayên fermî tên acizkirin. Ez rabûm çûm û ji bo em karibin kovareke fermî derxin, me miracaet kir.
Pêvajoyeke gelekî bi êş bû.
Motîvasyona te ya ji bo vê miracaetê tê bîra te?
Helbet. Hîseke gelekî balkêş bû. Hevpeyvîneke şoreşgerekî me hatibû weşandin wê demê. Digot, "ciwan li kîjan warî, dikaribin bixebitin, ti destûr û qanûn hewce nake, bila bixebitin û karê xwe bikin. Ew ê mecbûr bimînin û qanûnan biguherînin." Piştî vê hevpeyvînê, min jî çû miracaet kir. Miracaetên wî wextî ne wekî niha bûn. Tenê pêvajoya wê bibêjim: 37 rojan piştî ku me miracaeta xwe kir, bersiv dan me. Hejmara ku derdiket divê me 2 nusxe bidana dozgeriyê. Dozgeriyê digot, "li ser navê me bibin wilayetê." Em diçûn wilayetê, walî digot, "here li ser navê min bide beşa çapemeniyê." Ez diçûm çapemeniyê, wan digot "here emniyetê [midûriyeta polêsan].” Diçûm wir, wan jî ji min re digot, "biçe beşa me ya çapemeniyê." Ji wir berê min didan TEM’ê. Yanê pêvajoyeke gelekî xerab bû, lê di dawiyê de me kovara xwe bi navê Kulîlka Ciwan derxist. Me hejmara pêşî li Amedê hazir kir û li Batmanê da çapê û li Kurdistanê belav kir. Bi qasî sal û nîvekê me bi vî awayî dewam kir.
Piştre problemên min ên şexsî derketin. Me xwest em kovarê dewrî hevalekî din bikin. Bi dewrkirinê re gotin, em nav jî biguherînin. Lê ji aliyê qanûnî ve ev tişt ne pêkan bûn. Lewre em 13 nivîskar civiyan û me biryar da ku em ê bê sazî û dezgeyan Kovara W'yê derxin. Yek ji edîtoran ez bûm, yê din jî Dilawer Zeraq bû. Piştre me kovar dewrî sazî û dezgeyan kir.
Wê demê kîjan kovar hebûn?
Heger ne şaş bim, wî wextî bi Kurdî weke kovar Nûbihar derdiket. Kovareke xwendekarên zanîngeha Dîcleyê bi navê Tîgrîs hebû. Beşa wan a Kurmancî hebû.
Ferqa îro û wê rojê çi ye?
Gelek kesên wî wextî li gorî niha hinekî dilsoztir bûn. Yên ku niha van karan dikin, dixwazin bi lez û bez derkevin pêş. Dixwazin navê wan derkeve pêş. Tiştek wisa rihet û bihêsanî li dinyayê tineye. Niha jî ez li hinek kovarên Kurdan dinêrim, aciz dibim. Weke ku her tişta me ev be, tiştên ku bingehê xwe ji çanda populer digirin, derdixin pêş. Nizanim kî li ku derê dijî, çi xwarinê dixwe, çi li xwe dike... Dibe ku ev di axaftinên jiyana rojane de tiştên germ û xweş bin, lê ji bo sibêrojê tiştekî nadin me. Nizanim Sîdar Jîr li ku dijî, Miheme Porgebol li ku dijî? Çi ji te re, li ku dijî! Yanê ger tu bixwazî çanda populer di nav gel de zêdetir bikî û bixwazî nirx û feraseta gel pûç bikî, tu yê tiştên wisa biweşînî. Heger tu ewqasî bi heyra navdarên Kurd ketibî, here li wêneyên wan, li berhemên wan, li konserên wan binêrin. Li tiştên ku disêwirînin binêrin. Ez niha Herta Muller dixwînim. Piştî ku min berhemên Herta Muller nexwend, dixwazî bila cîrana min be jî çi feyda me ji hev re heye?
Kovargerî xwedî risteke girîng e di dîroka wêjeyê de. Yanê em dikarin bibêjin, kovargerî ji bo gelên bindest derfetan zêde dike?
Gava ku tu li gorî0 serdemên edebiyatê ji hev cuda bikî û bi awayekî kronolojîk lê binêrî, tu yê bi awayekî din şirove bikî. Lê weke nivîskaran tu lê binêrî, her yek ji ber pêleke edebiyatê yan jî weşaneke edebiyatê derketine. Kovar û kovargerî jî yek ji paşxaneyên gelekî xurt yên edebiyatê ye. Her kovar jî nivîskar û nifşên xwe diafirîne. Weke mînak, em niha dibêjin nifşê Hawarê yan jî nifşê Rewşenê. Wan bi xwe re nifşek afirandiye. Tesîra ku kovargerî li ser edebiyatê dike, ne tenê li ser edebiyata gelên bindest e. Tesîra kovargeriyê li ser edebiyata gelan heye.
Îro li dîroka edebiyata Ingilîzan, ya Elmanan, ya Ûrisan tu binêrî, tu yê tesîra kovaran li ser edebiyata wan jî bibînî. Ji ber ku nivîskarên nû ji kovaran derdikevin û tiştên nû di rûpelên kovaran de tên nîqaşkirin. Lê bêguman ji bo gelên bindest kovargerî rêyek e. Tecrûbeyên Hawarê, Rewşenê, Çirûsk û W'yê diyar in.
Te beriya qasekê behsa kovarên çanda populer kir. Heger kovar bi vî şeklî derkevin dê tesîra kovargeriyê li edebiyatê çawa biguhere?
Berhemên çanda populer nikare zêde ji çanda miletekî nebindest, miletekî azad û bi awayekî formal xwe bi rê ve dibe, bixwe. Lê heger di nava miletekî bindest de tu tiştên populer derxî pêş rê li ber tiştên esasî digrî. Ji bo miletên bindest ev xeter e. Ji ber ku di berhemên çanda populer de kes xwe nade ber exlaq, etîk û rêgezên edebiyatê. Weke mînak; di 2008'an de ez li derveyî welat bûm. Kovarek bi navê "Populer Kürtür - Esmer" derdiket. Haya min jê tinebû û min dît nivîseke min weşandine. Nav ê min e, nivîs a min e, lê wêne wêneyê kesekî din e. Lê min nivîs ji wan re neşandiye. Nizanim ew nivîsa min ji ku peyda kirine. Ji ber ku ew nivîs nehatibû weşandin jî. Min xwe gihande wan û got, "Hûn li pey tiştên populer ketine, lê ev tişt ne exlaqî ye." Wê rojê min fêhm kir, kesên ku li pey tiştên populer dikevin, aliyê wan ê etîk jî namîne. Aliyê wan ê etîkê xurt buya, tiştên bi vî rengî wê nekirana.
Çanda populer, piştî salên 90’î ku koça ber bi bajaran ve qewimî û dijîtalbûn ket nava jiyana me û tesîr li me jî kir. Rê û rêbaz, şêwe û amûrên edebiyata Kurdî bi dijitalizasyonê re çawa guherîn?
Bi ya min du aliyên meseleya dijîtalîzasyonê hene. Di çirkekê de dikarî bi dinyayê re têkiliyê deynî. Weke mînak, heger ez niha metnekê binivîsim û bixwazim bişînim ji Kurdekî li Chicagoyê re. Di nav du çirkan de ev yek pêk tê. Ez bi awayekî erênî li vî aliyê meseleyê dinêrim. Bi taybetî di nav Kurdên Bakur de komek heye tiştên bêqîmet derdixin pêş û dixwazin civak van tiştên wan qebûl bike. Lê civak van tiştan qebûl nake. Mesela uslûbek weke realîzma efsûnî derketiye pêş. Li welatekî weke Kurdistanê, li welatekî bindest tu yê çawa dev ji realîzma kuçe û kolanên xwe berdî û bi pey efsûna wê bikevî? Jixwe realîzma wê nahêle ku tu li tiştekî efsûnî bifikirî. Heger ji yekî/e Ewrûpî re qala vê meseleyê bikî, wê bêje, ev "soft romantîzm" e. Di bin tesîra hin kesayetên cîhanê de dimînin. Ev yek dê piştî bîst sî salan problemeke sosyolojîk derxe holê. Ji ber ku wexta tu civaka xwe ava dikî, tebeqeyên wê hemûyan xurt nekî, bingeh dê vala bimîne û ji nişka ve bikeve.
Te got realîzma efsûnî ji bo Kurdan ne pêkan e. Tu dikarî hinekî rave bikî?
Yanî li kîjan aliyê welat be bila bibe Kurdekî wê bi çi hişmendiyê rabe efsûnekê li realîzma xwe bar bike? Jixwe realîzma wî, rastiya wî rastiyeke hişk e. Îro dayikekê kevirek rakiriye û li hember tankên artêşeke dagirker sekiniye. Ku dera vê efsûnî ye? Heger tu bibêjî, realîzma efsûnî, tu yê çi bikî ji vê? Jixwe, bingehê edebiyatê bi çi zimanî be û li ku be bila bibe, insan e. Ez gava li berhemekê dinêrim pêşî li bingehê wê hûr dibim, ka bingehê wê insan e yan na. Gava di bingehî de insan hebe, wekî din çi dibêje dikare bibêje. Mesela, tu niha dikarî ji wênesazekî re bibêjî "tu çima rengê kesk bi kar tînî?" Na. Hest û ramanên hunermend çi rengî bixwazin, dikarin bi kar bînin. Îca, divê em di avakirina civakê de gavên xwe derencik bi derencik biavêjin û wisa derkevin jor. Heger em wan derencikên xwe saxlem nekin û derkevin jor, em ê tevî derencikên xwe hilweşin. Niha nizanim bi zanebûn yan ne bi zanebûn, wan derencikan saxlem nakin û dixwazin derkevin jor.
Dixwazin di rojekê de meşhûr bibin, di rojekê de bigihîjin sed hezaran. Di edebiyata Kurdî de li gorî daneyên weşanxane û pirtûkfiroşan ji pirtûkên min, ya herî zêde hatiye firotin "Şerm" bû. Ew jî hezar û sed nusxa hatine çapkirin û hêj ew nusxe neqediyane. Yanê di rewşeke wisa de tu li pey çi populîzmê yî? Divê em êdî li vê rastiya xwe vegerin. Dev ji tiştên efsûnî berdin.
Meseleya kêmasî û pêdiviyên wêje û hunerê Kurdan wê çawa çareser bibe?
Problema edebiyata me ya sereke, piştgiriya akademiyê ye. Heta ku akademiyên Kurdan ên xurt tinebin, em çi çîrokan, çi helbest û romanan binivîsin jî ew ê li cihekî bimînin. Heta ku akademî werin avakirin, akademisyenên me bi awayekî cidî wan binirxînin. Wî çaxî, wê tesîreke baş li me hemûyan bibe. Yanî, ev kar bi hewldanên takekesî nabe, pirr zehmet e. Heger tu bixwazî bi hemû tarz û uslûban tekstên bi Kurdî hene.
Tekstên di asta cîhanê de jî hene, lê ji ber ku bi awayekî akademîk piştgiriya wan tekstan nayê kirin, bipêşketin jî pirr zehmet dibe. Heger îro perwerdeyeke akademîk hebe, problemên di navbera nivîskar û xwîner de jî namînin.
Beriya çend salan li Bakurê Kurdistanê hin tecrûbeyên akademiyên sivîl derketin pêş. Tu dikarî behsa tecrûbe û tesîra wan bikî?
Belê hewldan û tecrûbeyên me yên bi vî rengî çêbûn û berhem jî hêdî hêdî derdiketin holê. Nivîskar jî derketin ji wan akademiyan. Rêdûr Dîjle ji wan akademiyan derket, Ulku Bîngol dîsa wisa. Di aliyê muzîkê de weke mînak Berfîn Aktay şagirteke wan akademiyan bû.
Di nav hemû beşan de beşa ku wê herî dereng berheman bide, edebiyat e. Di edebiyatê de tu nikarî nivîskaran perwerde bikî. Tenê tu dikarî perwerdeyeke akademîk bidî. Hîna jî tezê şagirtên me yên wê demê li ber destê me hene. Ciwanan lêkolîn dikir, xebat dikir. Ew xebat dikevin ser hev û dibe mîrateke zanistî û çandî. Yanî ji akademiyan di aliyê edebiyatê de tu tenê dikarî akademisyenekî ku di vê beşê de lêkolînan dike, derxî. Li her derê dinyayê fakulteyên edebiyatê hene lê edebiyatkar jê dernakevin. Ji ber ku edebiyat tiştekî xwezayî ye. Lewra ez dibêjim, heger akademiya Kurdan hebe, wê gelek problemên edebiyata Kurdî jî werin çareserkirin.
Tu bi giştî karakterê edebiyata Kurdî çawa dibînî?
Edebiyatkarên Kurdan bi hewldanên şexsî gelek tiştan dikin. Ev gelekî zehmet e. Jixwe qerekterê edebiyata Kurdî li ser azadî û berxwedanê ava bûye. Ji ber ku problemeke Kurdan ya bi van ve girêdayî heye. Ne tenê li Bakur, problemeke azadiyê ji bo Kurdan li her dera cîhanê heye.
Kurd bi berxwedanê dixwazin xwe bigihînin azadiyê. Ev ne tespîtek e ku jiber dibêjim. Tespîteke dîrokî û sosyolojîk e. Lewra qerekterê edebiyata Kurdî jî berxwedêr e. Mesela, ya Ingilîzan li ser edaletê ye, ji ber ku hemû fen û fûtikên li ser dinyayê ji bin serê Brîtanyayê derdikevin. Edebiyat karekî muxalif e, radibe li ser edaletê dinivîse. Heta demeke nêz jî em dizanin ku Elmanya ji aliyê dîwarekî ve bûbû du qet. Karakterê edebiyata Elmanan jî li ser yekîtiyê ye. Edebiyata Fransiyan li ser şoreşê ye. Îca têgihên ku edebiyata Kurdan tarîf dike jî azadî û berxwedan e. Li cem Cizîrî jî û li cem nivîskarên nûjen jî ev heye.
Ji ber ku rastiya civakê ev e...?
Bêguman. Heger bi awayekî akademîk piştgiriya vê edebiyatê hebe, ew ê geştir û xurttir be. Edebiyat û çanda Kurdî wê xweştir biherikin jî.