Dêûbav bila doza dersên Kurdî bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Îlon 2021 - 01:11

  • Yek ji mamosteyên Komleeya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê, Aysel Tabak da zanîn ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û bang kir da ku xelk Kurdî di her warî de were bikaranîn

MARTA SOMEK / JINNEWS/STENBOL

Yek ji mamosteyên Komleeya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê, Aysel Tabak da zanîn ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û bang kir da ku xelk Kurdî di her warî de were bikaranîn: “Zext li ser Kurdî heye, heger zext nebûya, me dê nûçeyên ‘ji ber ku bi Kurdî axivî hat lînçkirin’ nebihîstana. Ev nîşan dide ku zext li ser ziman heye. Ji ber ku Kurdî tê terorîzekirin.”
 
Me hînkerên xwe nû kirin 

Aysel Tabakê destnîşan kir ku dema şewba ji ber viîrusa Koronayê dest pê kir, wan onlîne dersên Kurdî dane û di dema nû de ew dixwazin li sinifan dersan bidin, lê nikarin bi temamî vê bikin: “Di 1’ê Cotmehê de dersa li sinifê wê dest pê bike. Xebatên me tenê ji dersan pêk nayên. Weşanên me hene, pirtûk, kovar hene. Niha pirtûkên Heciyê Cindî hene, di asta çapkirinê de ne. Me Hînkerên xwe jî nû kirin.”
 
Di rojekê de hezar kes mireceat kir
Aysel Tabakê got, Înstîtuyê (beriya Komeleya Lêkolînên Kurdî) berê semîner çêdikirin, niha nikarin bernameyên bi haziran re organîze bikin û wiha dewam kir: “Me semînerên onlîne çêkirin. Ji bo Kurdî elaqeyek mezin heye. Me miracaetên onlîne qebûl kirin û di rojekê de ji hezarî zêdetir kesî mireceat kir.”
 
Diviyabû Kurdî mecbûrî be

Aysel Tabakê da zanîn ku Kurdî li dibistanên dewletê wek dersa hilbijarte qaş heye, lê ne aktîf in û wiha dewam kir: "Ji ber ku ne dersa vekiriye, ev ji însiyatîfa rêveberiya dibistanê re maye. Ji ber vê jî dibistan bi pirranî dersê nadin. Dema dibistan tên vekirin, mirov hişmend bin û ji rêveberiyê bê xwestin, belkî rêveberî li ser zextan, dersê pêşniyaz bike. Di pêvajoya çareseriyê de sembolîk be jî dersên Kurdî vebûbûn, lê niha em dikarin bibêjin ku pêvajoyeke wisa tine. Jixwe, mamoste jî nayên peywîrdarkirin. Heger armanc xwendina bi Kurdî bûna, mamoste wê bihatana tayînkirin û ders wê mecbûrî bûna. Li dibistanan perwerde tinebe jî divê dêûbav mireceatî dersên Kurdî bikin.”
 
Divê em li benda dewletê nemînin 

Aysel Tabakê got, ji bo Kurdî bimîne, çi ji destê wan tê, ew dikin û ji bilî Komeleya Lêkolînên Kurdî jî ew hewl didin û kesên weke wan hene, divê ev bên nirxandin û ji bo vê jî divê mirov li benda dewletê nemîne: “Gelê Kurd ji bo zimanê xwe divê hemû derfetan bi kar bîne. Li Tirkiyeyê siyaset bandoreke mezin li ser civakê dike. Hem desthilatdarî hem partiyên rastgir netewperest û gelek partiyên din li dijî Kurdî ne. Desthilatdarî jixwe terorîze dike. Divê siyaseta Kurd li dijî van polîtîkayan di xebatên xwe de cih bide Kurdî. Dikarin daxuyaniyên xwe bi Kurdî bidin, dikarin peyam û xebatên xwe bi Kurdî bikin. Dikarin di civînan de bi Kurdî biaxivin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.