Destxetên pîroz

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Gulan 2021 - 05:27

  • Mela Nûrî Guzel: Bi sedan salan e dapîr û bapîrên me li vî gundî jiyane. Û li gorî wan, ev destnivîs yên mewlûda Mela Husênê Bateyî ne û bi destê wî bi xwe hatine nivîsandin. Ji bilî mewlûdê, çend berhemên wî yên din jî hene. Ew dîrokî ne, mîrasên wî ne, ku ji me re wek emanet hiştine. Ji ber wê jî ji bo me gelek hêja û pîroz in.

LEZGÎN AKDENÎZ/BİLAL GEZER
MA/ŞIRNEX

 

Destnivîsên Melayê Bateyî, ev 300 sal in li gundê wî têne parastin. Gundiyên ku xwe weke neviyên Bateyî didin nasîn, van destxetan pîroz dibînin û wan diparêzin.


Tê texmînkirin ku Melayê Bateyî di navbera salên 1670 û 1750’î de li gundê Bate yê Elkê ku wê demê ser bi Hekariyê (niha navçeya Şirnexê ye) bû, ji dayik bûye û li wir jiyaye. Niha jî tirba wî li gundê Bateyê ye û bo civakê ziyaret e. Melayê Bateyî, alim û wêjekarekî mezin ê Kurdan e. Di mijara wêjeyî, olî, civakî û tenduristiyê de şareza bûye. 

25 berhem

Melayê Bateyî, ji bilî berhema xwe ya herî bi navûdeng Mewlûda Nebî, derbarê gelek mijarên civakî de berhemên cuda jî nivîsîne. Hinek ji wan heta roja me hatibin jî aqûbeta hinekan ji wan nediyar e. Tê gotin, li derdora 25 berhem nivîsîne. Mewlûda Kurdî, Dîwan, Hemahîl, Kaşkol berhemên wî yên sereke ne.

Xezîneyeke dîrokî 

Di dîroka wêjeya klasîk a Kurdî de destnivîsên kêm wêjekarên klasik xwe gihandine roja me. Ji ber wê, peydakirina destnivîsên wêjeya klasîk a Kurdî wek peydakirina xezîneyên dîrokî tê dîtin. Yek ji van xezîneyan jî destnivîsên Mewlûda Nebî yên Mela Husênê Bateyî ye.

 

Ji bo me xezîne ye

Li gorî daneyan, ev destnivîs ji 300 salan zêdetir e li gundê Bateyê, ji aliyê nevî û nasên Melayê Bateyî ve weke xezîneyeke pîroz a dîrokî tên parastin. Ji nasên Melayê Bateyî, Mela Nûrî Guzel dibêje, “Em wek nevî û nasên wî tên nasîn. Bi sedan salan e dapîr û bapîrên me li vî gundî jiyane. Û li gorî wan û yên ji wan re gotine, baş dizanin ku ev destnivîs aîdê mewlûda Mela Husênê Bateyî ne û bi destê wî bi xwe hatine nivîsandin. Ji bilî mewlûdê, çend berhemên wî yên din jî hene. Ji bo ku zerarek neyê serê van destnivîsên wî, em wan di cihên taybet ên herî guncav de diparêzin.”

Mela Nûrî diyar dike ku berhemên Melayê Bateyî ji bo wan pîroz in û dibêje, “Berhemên Melayê Bateyî dîrokî ne, mîrasên wî ne, ku ji me re wek emanet hiştine. Ji ber wê jî ji bo me gelek hêja û pîroz in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.