Desthilatdariya Ermenistanê bêbextî li Kurdan kir

Duşem 26 Îlon 2022 - 02:38

HPG’ê pêr daxuyanî da û got desthilatdariya Ermenistanê şervanên wan Leheng (Atîlla Çîçek) û Elîşer (Huseyîn Yildirim) radestî dewleta Tirk kiriye. KCK´ê jî li ser vê yekê daxuyanî da û got, “Hevalên me Leheng (Atîlla Çîçek) û Elîşer (Huseyîn Yildirim) ji aliyê dewleta Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatin kirin. Îdîaya ku dibêje, hevalên me bi operasyonekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, dûrî rastiyê ye. Hevalên me Leheng û Elîşer Mijdara 2021'ê ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hatin girtin û ji hingî ve girtî bûn, di encama xiyanetê de radestî dewleta Tirk hatin kirin. Bi rêya vê nûçeya derewîn, hewl hate dayîn ku xiyaneta hikûmeta Ermenistanê bê veşartin û nixumandin.

Herdu şoreşgerên Kurd ên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşiyan, ji bo wezîfeyeke şoreşgerî çûbûn Ermenistanê. Di demekê de ku bi tevdan û piştgiriya dewleta Tirk xaka Ermenistanê hatiye dagirkirin, gelekî manîdar e ku herdu şoreşgerên Kurd ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatine kirin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, em hikûmeta Paşînyan a ku herdu hevalên me teslîmî dewleta Tirk kiriye, ji ber vê helwêsta wê şermezar dikin.”

Xiyaneteke nedîtî ye

Parlamenterê Ermen, Gegham Manûkyan jî nerazîbûneke tund nîşanî radestkirina 2 gerîlayên HPG'ê ya ji bo dewleta Tirk da û got, "Ermenistanê ev 30 sal in xiyaneteke bi vî rengî nedîtiye." Manûkyan got, ew ê ji hikûmeta "dagirker" rizgar bibin.

Manûkyan bal bire ser Dersimî bûna her du HPG´yiyan û got, “Li herêma ku di dema Qirkirina Ermeniyan de gelek welatiyên me bi saya Kurdan hatin rizgarkirin, piştre tevlî raperîna Dersimê bû. Niha, piştî ku li xaka Komara Ermenistanê derketin holê, hatin revandin û radestî rayedarên Tirkiyeya qirker hatin kirin.”

Manûkyan wiha ji Kurdan re jî peyivî, “Ji ber ku zarokên we radestî Tirkan kirin ku wê êşkenceyê li wan bikin, li me negirin xwişk û birayên min. Niha hikûmeteke me ya Ermen nîne. Ew ji xwe hêzên dijmin ên dagirker in li welatê me. Ermenistanê, ev 30 sal in xiyaneteke bi vî rengî nedîtiye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.