Desthilata AKP’ê wê têk biçe
Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 21:15
- Hevserokê HDP´ê Sancar: Di hilbijartinên yekem de ev hikûmet dê biçe, bêhiqûqî û neheqiya vê hikûmetê dê teqez hem di warê siyasî de hem jî li pêşberî dadwerî bê pirsîn.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beriya rûniştina doza Kobanê axivî û got, "Heger em bê dudilî têbikoşin, desthilatdarî wê têk biçe."
Îro rûniştina 14´an a doza Kobanê ya ku 21 jê girtî 108 kes tê de tên dadgehkirin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê di roja 8'an de dewam kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, beriya rûniştinê li ber kampusa girtîgehê daxuyanî da. Ji bilî rêveberên partiyan, polêsên Tirk nehişt kesekî din beşdarî dayîna daxuyaniyê bibe.
Sancar got, "Di dozên dîrokê de weke şermezarkirina navê hiqûq û edaletê, ti carî pêkanîneke bi vî rengî keyfî nebûye. Me bela xwe ji dadgehkirina adil berda, yekane tişta ku li vir tê kirin dadgehkirina lezgîn e."
Siberoja welêt desteser dikin
Sancar bal bire ser bêhiqûqiyê. Sancar got, biryarên bi armanca bilezkirina dozê, zêde bûne û mafê parastinê hatiye paşguhkirin û wiha peyivî: “Di vê dozê de ku ji 3 hezar û 500 rûpelî û 324 klasoran pêk, parastineke rast nayê kirin. Li vir em bi mînakeke nû ya serlêdana şahidê veşartî re rû bi rû ne. Şahidê nenas tenê rewşeke awarte ye. Lê belê, heke şert û mercên taybetî hebin, ev rê dikare were girtin. Lê belê di doza kampusa Kobanê de pratîka şahidên veşartî bûye rêgez. Şahidê veşartî jî bûye guhdarî. Me di hiqûqa dadgehkirinê ya vî welatî de şahidî li vê kir. Ev doz beşeke girîng a projeya endezyariya berfireh a sêwirandina siyaseta Tirkiyê ye, ne tenê azadiya hevalên me tê desteserkirin, roj, meh û salên wan tên dizîn, armanca sereke jî desteserkirina siberoja vî welatî ye.
Desteserkirina paşeroja rewa ya vî welatî ye.”
Em dikarin li ber xwe bidin
Sancar, anî ziman ku heger ev doz tenê ji bo HDP'ê wekî serlêdan û dozeke taybet bê binavkirin, ew ê xeletiyeke mezin be û wiha axivî; "Her ku hilbijartin nêzîk dibin, diyar e ku heyeta dadgehê jî rojeva xwe û rêzikên xwe li gorî van hewcedariyên xwe sererast dike.
Yanî ne ji qanûnê, ji hikûmetê talîmatan distîne. Me mînaka vê yekê pirr zelal di hefteyên borî de dît.
Em dizanin li ber xwe bidin, li hemberî her cure bêhiqûqiyê gotineke me heye û di bin her şert û mercî de em vê gotinê dibêjin. Çawa ku hevalên me yên li vir di salona dadgehê de gotina xwe ya rastiyê bi awayê herî bibandor tînin ziman. Em ê jî, gelê me jî wê rastiyê li her qadê bînin ziman. Ev dozeke xapandinê ye. Di siyaseta dîzaynkirina siyaseta Tirkiyeyê de girêkekeke giring e. Divê ti partiya muxalefetê, ti derdora ku ji demokrasî û edaletê re eleqedar in, li vir nebin temaşevanê komployê. Heger em li her qadê li ber neheqiyê rabin, em nikarin pêşî li belavbûna neheqiyê li hemû qadan bigirin.
Neheqî ji kê re dibe bila bibe, heta em hemû bi hev re li dij dernekevin, em nikarin vî welatî ji lepên neheqiyê rizgar bikin.
Hikûmet di hilbijartinê de diçe
Sancar di dawiyê de got, dawiya vê hikûmetê nêzîke û wiha dewam kir: “Yên ku bibin amûrê van bêhiqûqiyan yan jî bi zanebûn van bêhiqûqî û neheqiyan têxin pratîkê, dê wekî gelek mînakên din ên dîrokê, li pêşberî dadgehên rasteqîn ên dadmend hesabê vê bidin.
Neqanûnî û sepandina qanûnê wan ji kirina sûcê xilas nake. Ev welat ne mehkûmê vê fermanê û vê ferasetê ye. Ev meyl wê di demek nêzîk de were sekinandin. Di hilbijartinên yekem de ev hikûmet dê biçe, bêhiqûqî û neheqiya vê hikûmetê dê teqez hem di warê siyasî de hem jî li pêşberî dadwerî bê pirsîn. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku di têkoşîna edaletê de kêliyekê jî rawestin. Lê yên ku bi zanebûn an ji neçarî dibin amûrê neheqiyê, divê xwe ji nû ve binirxînin.”
ANF/ENQERE