‘Destar’ cara 6’an geriya

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 14 Mijdar 2022 - 02:25

Kovara Destarê ya wêjeyî bi hejmara xwe ya 6’an a demsala payîzê derket pêşberî wêjehez û kurdîhezan.

Kovara Destar bi dirûşmeya ‘Destarê Kurdî Hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû sê mehan carekê wek kovarpirtûk derdikeve. Kovara vê hejmarê 176 rûpel e û careke din bi gelek beşên cihê yên wêjeyî di qada wêjeya Kurdî de cihê xwe girt.  

Di hejmara 6’an a kovarê de jî ji çar aliyên Kurdistanê, Ewrûpa û Qefqasyayê 42 nivîskar û helbestkarên Kurd, di beşên ‘Destarê Kurmancî’, ‘Destarê Kirmanckî’ û ‘Destarê Soranî’ de bi nivîsên xwe yên lêkolîn, vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorîk, ramanî û zanistî yên wêjeyî, di qada wêjeyê de nîqaşên giring derdixin pêş. Ligel vê, di beşa ‘Rexneya Wêjeyî’ de hûrnihêrîn û nirxandina li ser celeba wêjeyî ya helbestê; di beşa ‘Wêjeya Devkî’ de dahûrandina wêjeyî ya dengbêjî û gotinên pêşiyan; di beşa ‘Helbestê’ de ramanên li ser celeba helbestê, jiyan û berhemdariya gelek helbestkarên cihêreng tê vegotin, dahûrandin û şirovekirin. Her wiha kovar di beşên çîrok, ceribandin, bîranîn û wergerê de jî bi mijarên cuda yên wêjeyî tam û çêja wêjeya kurdî dewlemendtir dike û bi kûrahiya zimanê Kurdî dîroka wêjeya Kurdî jî bi berfirehî dinirxîne.   

Hejmara 6’an a kovarê, di kesayeta Jîna Amînî û Nagîhan Akarselê de diyarî wan jinên Kurd û cîhanê hatiye kirin yên ku canbexşên Kurdistan û jiyaneke azad in. Ji bo vê jî di bergê kovarê de her du jinên leheng bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ cih digirin. 

 

Dema wêjeya Kurdî ya şoreşger

Kovar di vê hejmara xwe de bi dirûşmeya ‘Dem dema wêjeya kurdî ya şoreşger û xwebûnsaz e’ xeta wêjeya kurdî jî pênase dike û ji bo wêjeya serdema nû bersiva 

‘wêjeyeke çawa’ dide. Di kovarê de wêjeya kurdî jî qadek ji qadên sereke ya berxwedan, serhildan, têkoşîn û raperîna gelê kurd tê diyarkirin û li dijî zimankujî û wêjekujiya kurd-î, ji bo parastin, pêşxistin û jinûvesazkirina ziman û wêjeya kurd-î bangawaziya têkoşîn û raperîna şoreşgerî wiha tê kirin: “Em baş dizanin ku, li dijî wêjekujiya xwebûnî û gerdûnî, li dijî ‘wêje’ya serdest, modernîst, sermayedar û populîst a xwebûnkuj êdî  ‘Dema dema wejeya kurdî ya xwebûnî û gerdûnî ye’, ‘Dem dema wêjeya kurdî ya modernîteya demokratîk e!’”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.