Destan di nava şerî de gotin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Kanûn 2022 - 06:27

  • Endamên Awaza Çiya didin zanîn ku wan muzîkala PKK´ê di nava 2 salan de qedandiye û wan xebatên xwe di nava şertên şer de biriye serî. 

Koma Awaza Çiya, sala 2020’î dest bi çêkirina filma bi navê Destana PKK’ê kir. Gotin û muzîk ên Awaza Çiya ne. Koro ji 46 kesan pêk tê. Destana PKK’ê bi awayê bass, alto, solo, tenor û soprano hat gotin. Stran, bi tembûr, gîtarê bass, çello, piyano û gelek alavên din ên muzîkê û dîtbarî û aheng li hev, hatin gotin. 

Endamên Koma Awaza Çiya, Têkoşîn Cûdî û Seyid Riza Silbûs ku birêvebirina projeyê de cih girtine, li ser wê yekê ka çima Destana PKK’ê bi awayekê muzîkal vegotine û projeyên xwe axivîn.

Têkoşîn Cûdî, dîtinên bîneran ên li ser Destana PKK’ê wiha anîn ziman: “Me hewl da ku em serdemeke dîroka PKK’ê bi destaneke muzîkal nîşanî gel bidin. Destana PKK’ê, wê bi projeya me neqede û her dewam bike. Gelek dîtin û nihêrîn hebûn li ser destanê. Hinekan wek belgefilm, hinekan wek klîp nirxand. PKK gelek rengan vedihewîne û bi vî awayî diafirîne. Me jî Destana PKK’ê bi vî awayî hazir kir. Di destanê de hem sînema, hem şano, hem helbest hem folklor hem jî klîp hene. Hemû beşên hunerê tê de hene.” 

Têkoşîn Cûdî got, Destana PKK’ê ji serê dîrokê dest pê dike û bi muzîk û çîrokê behsa destanê dike: “Muzîk li gorî dîmenan hat diyarkirin. Her deng li dîmenekî hat anîn. Me sala 2020’an dest pê kir. Armanca me ew bû ku em di salvegera damezirîna PKK’ê de û sala 2022’yan temam bikin. 46 kesan di nava koroyê de cih girt. Tecrûbeyeke nû û xebateke berfereh bû. Xebateke gelek cuda bû û gelek rengîn bû.”

 

Bi derfetên kêm û di demeke kurt de

Têkoşîn Cûdî anî ziman ku gelek derdor difikirîn ku mirov nikare xebateke wiha bike, derfet kêm in, wê bi profesyonelî qels be û afirîneriya Kurdan heta bi derekê ye. Bi domdarî Cûdî got, “Me bi derfetên kêm û di nava şer de xebateke wiha kir. Ya rast bi derfetên kêm tiştên bi berhemdarî çêdibin.”

Cûdî da zanîn ku xebata muzîkê di nav du salan de temam bûye û xebata perwerdehiyê sala 2020’î dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Xebat hene ku bi salan dewam dikin û xebat hene ku bi mehan li ber xwe didin. Destana PKK’ê projeyeke berfereh bû. Projeyeke wiha divê dirêjtir bûya, lê ji ber dewamkirina şoreşê û keda zêde ya hevalan, di demeke kin de temam bû.“ 

 

Gavên afirîner dê her dewam bikin

Cûdî da zanîn ku Şoreş her dewam e, her tim xwe ji nû ve diafirîne, û planên siberojê yên Awaza Çiya jî bi vî awayî nirxandin; “Hunermend şoreşger xwe bi tenê bi mijarekê re mijûl nakin û gavên afirîner diavêjin. Em Awaza Çiya ne, bi tenê wek proje, plansaziyên me yên rojane jî hene. Bi Destana PKK’ê me bi dehan bername, klîp û sê albûm çêkirin. Xebata esas, Destana PKK’ê bû, lê pê re em bi projeyên cuda re jî mijûl bûn. Em ê bi hunerê xwe pêşengiya hunerê şoreşê û hunerê gel bikin. Armanca me, vejandina çand û hunerê gel e.”

 

Bi muzîk û çîrokan dîroka PKK’ê

Seyid Riza Silbûs jî da xuyakirin ku di Destana PKK’ê de muzîk û çîrok li pêş in û sedem jî ew e ku muzîk û çîrok di çanda Kurdan xwedî cihekê giring in: “Bûyerên li Kurdistanê qewimîne, bi awayê gotina çîrokan û muzîkê heta îro hatine. Lewma me xwest ku em dîroka PKK’ê jî bi heman awayî bibêjin.”

 

Tenê xebatek têrê nake

Seyid Riza destnîşan kir ku Destana PKK’ê ne bi tenê xebateke hunerî ye û wiha dewam kir: “Bi Destana PKK’ê, me hema wisa di ser re behsa dîroka PKK’ê bi biyografî û kareografiyê kir. Projeya me ya Destana PKK’ê temam bû, lê dîroka PKK’ê bi tenê bi xebateke hunerî nayê vegotin.”

 

Ji bo destanê gelek tiştan didin ber çav

Seyid Riza diyar kir ku Destana PKK’ê di nav şer de hatiye hazirkirin û got, “Me xwe li gorî rastiya şer bi rêxistin kir û destan çêkir. Ya rast me ev da ber çavên xwe ku dibe şer biqewime û proje temam nebe, lê bi israr me biryar da ku projeyê çêkin. Giring e ku meriv bi awayekî hunerî û muzîkal behsa şoreşê û jiyana gel bike. Me jî li ser esasen muzîk  û hunerê û her wiha heqîqeta PKK’ê, dîroka salan a PKK’ê anî ziman.” 

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.