Derkevin ji gundê me!

Sêşem 17 Gulan 2022 - 22:12

  • Emîne Atak a ji gundê Êlê: Me xaniyên xwe li vir hiştin û em çûn bajaran. Em dixwazin wek berê biçin zozanan û li sewalên xwe xwedî bikin. Em dixwazin leşker ji gundê me derkevin.

Dewleta Tirk di çarçoveya şerê xwe yê tinekirinê yê li dijî miletê Kurd de dîsa dor li gundan girt û her roj û du roj, gundiyan aciz dike, zextê û zilmê li wan dike. Ji sala 1994´an ve ya nedîtî hatiye serê xelkê gundê Êlê yê ser bi Geverê. Xelkê gund ê ku gund ji ber şer û ragihandina herêmên ewlehiyê, lê hatiye qedexekirin, dixwaze leşkerên dagirker ji gund derkevin. Xwediyên erd, mal û milkên gund, ji bo pincaran berhev bikin jî, lazim e ji dagirkeran destûrê wergirin.

JinNews bi xelkê li gundên Colemêrgê re peyiviye, yên ku dewleta Tirk ew weke “Herêma Ewlehiya Taybet’ ragihandine. Jin dibêjin, piştî kontrola nasnameyan û lêkolîna li ser agahiyên wan ên giştî (GBT), hîna nû destûra wan a ketina nava gund û derketina ji gund didin. Ji ber vê jî xelk, nexasim jî jin, dixwazin leşkerên Tirk ji gundên wan derkevin. Ew dibêjin, “Em dixwazin weke berê biçin zozanan û sewalên xwe xwedî bikin. Em dixwazin leşker ji gundê me derkevin.”

Dewleta tirk piştî êrişa xwe ya dagirkeriyê ya li dijî Başûrê kurdistanê, nexasim li Colemêrg û Şirnexê ji bo valakirina gundan gelek zext kirin. 

Li  gund û gundikên Colemêrgê hêzên dewleta Tirk ketin û derketina ji gund sînordar dikin, ji bo nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê jî divê destûrê wergirin.

Li Colemêrg, navçeyên wê Çelê, Gever, Şemzînan û Rûbarok bi hinceta ‘Herêma Ewlehiyê ya taybet’ ketin û derketina 12 herêman hat qedexekirin. Gundê Êlê yê ser bi Geverê jî dikeve ber vê qedexeyê. 
 

Warê me ye

Emîne Atak bi bîr dixe ku dewleta Tirk sala 1994´an bi zilmê ew koçber kirin û dibêje, “Ligel valakirina gundan desthilatdariyê di bin navê ‘herêma ewlehiya taybet’ de gund qedexe kirin. Yên navnîşana wan ne li gund be, hîna jî nikarin bikevin gund. Dora gund hemû bi leşkeran hatiye girtin. Em xwediyê gund in. Lê em bi zor û sed belayî em dikevin gundê xwe. Axa me ye lê em nikarin bikevin gundê xwe. Em nikarin li vir li sewalên xwe binêrin. Me xaniyên xwe li vir hiştin û em çûn bajaran. Em dixwazin wek berê biçin zozanan û li sewalên xwe xwedî bikin.

Em dixwazin leşker ji gundê me derkevin.”
 
Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin 

Suleyla Saygi jî dibêje, “Em dixwazin ev qedexe rabin. Em dixwazin li gundê xwe li zozanên xwe rehet bijîn. Zarokatiya me li gundê me derbas bû. Em dixwazin li gundê xwe bi cih bibin. Em ji ber qedexeyan nikarin bikevin gundê xwe. Em di bin zilmê de ne. Ez wek jinekê dibêjim, em vê zilma dewletê qebûl nakin. Çiqas zextê bikin jî em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Em ê ti carî serî netewînin.”

Ji bo pincaran jî destûrê werdigirin 

Baran Sevgî jî nerazîbûna xwe nîşanî lrişên dagirkeriyê û qedexeyan dide û dibêje, “Ji bo em biçin gundê xwe, em neçar in destûrê bigirin. Bi salan e ku em nikarin biçin zozanên xwe yên gund. Ji ber qedexeyan me sewal firotin û em ji gund derketin. Em ji bo berhevkirina pincarê tên gund, lê ji bo vê jî em neçar in ku destûrê bigirin.”

COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.