Hunermenda performansê Marina Abramovic, li Ingilistanê bi du pêşangehên nû derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Modern Art Oxford jî piştevaniya pêşangeha wê ya bi navê “Gates and Portals” dike. Her wiha li Pit Rivers Museum jî xebatên wê yên vîdeo ku weke înstalasyon hazir kiriye û hin xêzên wê jî dê werin nîşandan.
Marina Abramovic bi pêşangeha xwe ya “Gates and Portals” ku Emma Ridgway kuratoriya wê dike, dixwaze kesên tên serdana pêşangehê ne pasîf lê çalak bin û ziyaretvanan jî tevlî pêşangeha xwe dike. Dema kes diçin serdana peşangehê telefon û saetên xwe teslîmî hundir dikin û kesên peywirdar bi wan re eleqedar dibin. Ji bo dengên ji derve nebihîzîn jî berguhkan didin wan û bi vî awayî li pêşangehê digerin.
Di pêşangehê de hin derî û portalên ku hatine amadekirin hene û kesên diçin serdana pêşangehê di van deriyan re derbas dibin. Bi vî awayî ew jî dibin parçeyekî vî karî û di warê beden û hiş de dibin xwedî ezmûnûnên nû.
Pêşangeha Maria Abramovic dê heta 5’ê meha Adara 2023’yan bidome.
LONDON