‘Deriyê Teng’ dijwar e!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Sibat 2024 - 00:39

  • Ji bo mirov xwe bigihînin evîneke dilpak û îlahî hewceye ew di “deriyê teng” re bibuhirin, naxwe ew ê nikaribin xwe bi ti awayî bigihînin evîna îlahî ya ku durî berjewendî û tiştên cismanî ye. Andrê Gide di vê romana xwe de bi rêya du karekteran ango Jerome û Alissa’yê behsa dijwariya pakbûn û paqijiyê dike.

“Di deriyê teng re derbas bibin. Ji lewma deriyê ku mirov ber bi hilweşandinê ve dibe mezin û rê jî fireh e. Kesên di vî deriyê re dibuhirin gelek in. Lê deriyê ku mirov ber bi jiyanê ve dibe teng û rê jî dijwar e. Kesên vê rêyê dibînin pirr hindik in.”

Matta (Luk.13:24) / Încîl

Andrê Gide van gotinên li jor ên ji Încîlê dike binegeha romana xwe ya “La Porte Étroite” (Deriyê Teng) û ev gotin weke metaforekê bi cih dike di romana xwe de. Ew bi vê gotinê berê xwîneran ji dide evîna îlahî ne ya beşerî. Ji bo mirov xwe bigihînin evîneke dilpak û îlahî hewceye ew di “deriyê teng” re bibuhirin, naxwe ew ê nikaribin xwe bi ti awayî bigihînin evîna îlahî ya ku durî berjewendî û tiştên cismanî ye. Andrê Gide di vê romana xwe de bi rêya du karekteran ango Jerome û Alissa’yê behsa pakbûn û paqijiyê dike. Ev roman di heman demê de yek ji berhemên Andrê Gide ya herî serketî ye ku wî di warê wêjeyê de nivîsandiye û rêya Xelata Nobelê jê re vekiriye. Lêgerîna wî ya di warê wêjeyê de di sala 1947’an de Xelata Nobelê pê da karkirin.

Nivîskar Andrê Gîde ji bo karibe romana xwe ya bi navê “La Porte Étroite” (Deriyê Teng) binivîse û temam bike sê salan xebitî. Romana wî cara yekem di sala 1909’an hate çapkirin. Rexnegirên wêjeyê ev roman weke berhemeke serketî ya ku Andrê Gide di demên xwe yên herî afirîner de nivîsandiye dibînin. Andrê Gide bi rêya “hestên ciwaniyê”ê li pakbûn û eşqa îlahî dikole di vê romanê de. Yanî ew van têgehan nîqaş dike û bi zimanekî wêjeyî rave dike. Bi vî awayî dike ku xwendevanan jî li ser van têgehan hûr bibin û bifikirin. Andrê Gide evîn û êşa ku ji ber evînê peyda dibe dike mijara sereke ya romanê û xwe ber dide ber bi rehên kûr ên insanan. Ji lewma roman hinek jî tevlîheviya ruhê insanan û zehmetiya girtina hin biryaran tîne ziman.

Bi serpêhatiyên xwe dadikeve

Andrê Gide ji gerê hez dikir û pirtûkên ku wî nivîsandine hinek jî otobiyografîk. Yanî ew di van pirtûkên xwe de hinek jî behsa serpêhatiyên xwe dike. Romana wî ya “Deriyê Teng” jî di bin siya serpêhatiyên xwe de nivîsandiye. Karakterê sereke Jarome eynî weke Gide di temenekî piçûk de bavê xwe winda dike. Piştî demekê jî diya wî wefat dike. Piştî ku ev bûyer diqewimin Jarome xwe davêje bextê dotmama xwe Alissayê û bi hestên kûr jê hez dike. Karektera bi navê Allisa dotmama Andrê Gide Madeleine bi xwe ye ku ew hîna çardeh salî bû bi Andrê Gide re zewicîbû. Ew mala ku di romanê de dibibuhire jî mala wan ya jidil e. Andrê Gide di navbera salên 1895 û 1939’an de li vê malê dimîne heta ku Madeleine jiyana xwe ji dest dide. Her wiha nameyên ku di romanê de hatine bikaranîn jî dîsa ew nameyên jidil in ku Andrê Gide û Madeleine ji hevdu re nivîsandine.

Evîn vediguhere trajediyekê

Di romanê de rêya paqijî û pakbûnê weke rêya herî zor û dijwar tê destnîşan kirin. Ji lewma evîna du kesan piştî demekê vediguhere trajediyekê. Rêya ku mirovan ber bi pakbûnê ve dibe bi êş û serpêhatiyên dijwar hatiye asê kirin. Her wiha mirov di vê rêyê de bi tenê ne, tenêtiyeke dijwar jî dijîn. Bendemayîn û veqetînên dijwar jî dîsa di vê rêyê de pêk tên û her pevçûn diqewimin, peçûnên ku trajediyan ava dikin. Jerome dixwaze hemû bêhnpakiyên xwe bi rêya evînê vejîne û li ser lingan bihêle, Alissa jî di wê baweriyê de ye ku bêhnpakiya jidil divê destê xwe ji her tiştî şûştibe û tiştekî safî be.

Lê ji bo evîna îlahî?

Axir roman ji me çend pirsan dike. Fedakarî çiye? Mirov ji bo evînê dikarin dev ji çi berdin? Lê ji bo evîna îlahî? Ji bo mirov bi awayekî pîr û pak li xweda vegerin dikarin bi çi awayî nirxên pakbûnê biparêzin? Gelo mirov dikarin ji bo van tiştan jiyana xwe feda bikin? Aha ev roman behsa wan kesan dike ku biryar didin di “deriyê teng” re bibuhirin. Her wiha wan bahozên ku ew insan di hundirê xwe de kedî dikin jî tîne ziman.

Andrê Gide kî ye?

André Paul Guillaume Gide di sala 1869’an de li Parîsê tê dinyayê û di sala 1951’an de dîsa li Parîsê wefat dike. Di malbateke bingeh-gundî de hatiye jiyanê. Di sala 1889’î de dibistana xwe bi dawî dike û bi pisporî dest bi nivîsandinê dike. Ceribandinên wî di  serî de ew çend balê nakşînin. Gereke mezin ber bi bakurê Efrîka û welatên Ereban lidardixe. Têkilî bi zana û rewşenbîrên hemdemî re datîne. Kesên weke Oscar Wilde û Lord Alfred Douglas dinase. Ew bi xwe mirovekî xwedî balên homoseksûalîteyê bû. Bi qasî demekê serokatiya şaredariyekê jî dike. Di sala 1908’an de bi gelek nivîskaran ve kovareke wêjeyî dadimezirînin. Di demên dijwar ên şerê cîhanî yê duyem, li bakurê Efrîkayê dimîne. Ew li hemberî ewqas neheqî û rexneyan bûye kesekî navdar ê wêje û ronakbîriya Fransa. 

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.