Derdê Êzîdiyên li Midyadê zêdetir dikin

duşem 3 tebaxê 2020 - 15:56

  • Êzîdiyên ku li Bakurê Kurdistanê ev 6 sal in penaber in, bi hesreta welatê xwe ne. Ev Êzîdî ji xizmetên cemaweriyê bêpar hatine hiştin û xizmetên sihetê jî nadin wan.

DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an bi armanca qirkirinê êrişê Şengalê kir û piranî jê zarok û jin bi hezaran Êzîdî qetil kirin. Qirkirina ku wek fermana 73’an jî tê binavkirin û cîhanê hemûyî şahidiya wê kir, piranî kesên xwe jê xilas bûn li Çiyayê Şengalê bicih bûn û hinekan jî koçî Tirkiyeyê kir. Bi hezaran Êzidiyên ji Deriyê Sînor yê Xabûrê ketin hundir, ewil Sîlopî piştre li Mêrdîn, Êlih, Amed û gelek bajarên din bi pêşengiya şaredariyên DBP’ê li kampan hatin bicihkirin.
Di cotmeha 2016’an de piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’î bûn, kampên Êzîdî lê diman hatin valakirin û yek ji van kampên hat valakirin kampa li qada seyrangeha Şaredariya Yenîşehîr ya Amedê bû. Ji 4 hezar Êzîdiyan beşekî mezin di 2017’an de bi pêşengiya AFAD’ê li kampa li navçeya Mêrdînê Midyadê hat avakirin, hatin bicihkirin. Di mijdara 2018’an de bi biryara Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya girêdayî Wezareta Karê Hundir re kamp hat girtin û beşek welatiyên Êzîdî li xaniyên kirê yê navçeyê bi cih bûn. Êzidiyên ku ev 6 sal in li ber xwe didin û bi hesreta welatê xwe ne, gelek derdê wan hene. Xense Xelef dibêje, 20 roj e nexweş e û nikare biçe nexweşxaneyê. Ji Erebên li kampê pere nagirin, lê ji wan digirin.
Nedîfe Xelef dibêje, ew dixwazin ji wan re çareyek bê dîtin. Ew di kirê de ne û ev ji bo wan giran e.

MEDÎNE MAMEDOGLU/MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.