Derb li kepçeyekê hate xistin

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:36

HPG'ê got:"12'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

11'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

12'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker

Di navbera 10-15'ê Sibatê de li herêma Garê qadên Zêvkê, Kanî Sarkê, Şiyê, Deşta Kafya, Neqeba Şehîd Amed 6 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metîna 6 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê, Sinînê, Şehîd Şerîf, Girê Berbizina 16 caran, li herêma Zê qada Şehîd Îbrahîm 5 caran, li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Bahar û Girê Amediyê 7 caran bi giştî 40 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10 û 12'ê Sibatê li herêma Xakurkê qada Geliyê Lolanê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.