- Di stûna qewî ya çanda Kurd, dengbêjiyê de para stranbêj Cemîl Horo jî ne kêm e. Ew weke xwediyê dengê çiyayî yê Çiyayê Kurmênc û herêma Efrînê jî tê zanîn.
Stranbêj û dengbêjê nemir Cemîl Horo dengekî bi efsûn ê herêma Çiyayê Kurmênc ango Efrînê ye. Xwediyê dengê çiyayî Cemîl Horo sala 1934’an li gundê Serîncekê yê ser bi navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wî di jiyana xwe de gelek kasetên Kurdî tije kirine û qeydên bêhempa hiştine li pey xwe. Gelek kes wî bi wê sewta “Dilê´m liyan e, dilê´m liyan e…” dinase. Her wiha stranên wî yên weke Eyşa Îbê, Ce(m)belî, Lo Bavo, Xemê Zalim, Bedew û Teyar Axa jî ew stranên navdar in ku xelkê Kurd li wan guhdarî kiriye û ew bi van stranan jî nas kiriye.
Cemîl Horo sê caran dizewice û ji van zewacên wî 10 zarokên wî çêdibin. Navê keça wî ya piçûk Kurdistan e. Wî li gel jiyana hunerî ango stranbêjiyê gelek karên din jî kirine. Rewşa wî ya tendûristiyê her çend ne baş be jî hewl daye debara xwe bike û bi karê dartaşiyê mijûl bûye. Her wiha wî demekê çayxaneyek jî vekiriye li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Li hin cihan tê gotin ku wî li havîngeha Serêkaniyê ango Kefercenê çayxane vekiriye. Lê paşê li ser gotegotan dev jî vî karî jî berdide. Ew tevî stranbêjên Kurd ên li Sûriye tevlî mihrîcanan dibe û di şahiyan de jî stranan dibêje. Nexasim li Qamişlo û Lubnanê tevî koma xwe ya dîlanê tevlî şahiyên Newrozan dibe. Yek ji wan sazbendên ku tevî wî li sazê dixe jî Seîd Yûsiv e.
Cemîl Horo di warê siyasî de jî qet xwe nade paş. Ew yek ji endamên Partiya Demokrata Kurdistan a Sûrî ye û di nav xebatên siyasî de jî cih digire. Ji ber van xebatên xwe yên siyasî gelek caran, “Mixebarata” Sûrî êşkencê lê dike û herî dawî jî tê girtin. Di sala 1958’an de qederê 80 rojan ew û sê hevalên xwe di hepsê de tên ragirtin. Sedema girtina wî jî balkêş e; ji ber ku wî û hevalên xwe agirê Newrozê li ser çiyayê Efrînê pêxistine, hatine sûcdarkirin. Cemîl Horo piştî ji hepsê derdikeve hin nexweşîn pê re peyda dibin. Dema diçe nexweşxaneyên Elrazî û Helebê ji ber ku ew Kurd e nayê dermankirin. Herî dawî li mala bijîşkekî Kurd tê dermankirin.
Heger Kurdistan ava bû…
Cemîl Horo qederekê li Tirkiyeyê jî dimîne û ji wir diçe Zaxoyê dibe. Ew demekê li gel peşmerge Îsa Siwar dimîne. Wî wextî, hestên wî yên neteweyî bêhtir li hev dişidin. Di salên 1970’yî de careke din vedigere Rojava û heta dawiya emrê xwe li wir dijî. Ew di 19’ê Îlona sala 1989’an de ango rojeke weke îro ji vê dinya gewrik bar dike û diçe ber dilovaniya xwedê. Beriya bimire ji kurê xwe re vê gotinê dike; “Heger Kurdistan ava bû û min nedît, rojekê tevî hunermendan were ser gora min bilîlînin û bibêje, ‘Bavo va ye Kurdistan serbixwe bû’.” Cemîl Horo li goristana Henan a Efrînê ya ku gora Nûrî Dêrsîmî jî lê ye dispêrin axê. Mixabin e û se mixabin e ku dagirkeran mezelê Nûrî Dêrsimî xira kirin.
Ez hêvî dikim Neşet jî stranê bişîne
Serpêhatiyên Cemîl Horo yên balkêş hene. Wî li Tirkiyê bi Eyşe Şanê re stran gotine û plak derxistine; di nava van de strana navdar ya “Memê Alan” jî heye. Lê ya balkêştir ew e ku Cemîl Horo di sala 1980’yî de li ser daxwaza Neşet Ertaş kasetekê tomar dike û dişîne. Aqûbeta wê kasetê çiye, gihiştiye ber destê wan yan jî Neşet Ertaş bersivek daye Cemîl Horo nayê zanîn. Lê tişta tê zanîn ew e ku Neşet Ertaş ji wî stranên Kurdî xwestine. Cemîl Horo di sala 1980’yî de li Çiyayê Seydo yê Helebê ji bo Kurdên Tirkiyeyê û Neşat Ertaş kasetekê hazir dike. Di wê kasetê de stranên Kurdî dibêje. Lê tişta balkêş ew e ku ew beriya stranên Kurdî bibêje, wisa kin be jî dipeyive. Di serê kasetê de (li ser youtube peyda dibe) eynî wiha dibêje, “Em weke koma sazkar û stranbêjê Sûrî Cemîl Horo, em rûniştine li nav bajarê Helebê li Çiyayê Seydo. Li stûdyoya heval Bavê Xelîl Mihemed. Ji me tê xwestin hinek gotin bi Kurdî em pêşkeş bikin ji gelê Kurd ê Tirkiye re. Ev tiştê hanê bi xisûsî stranbêjê mezin Neşet Ertaş xwestiye. Em ê ji we re hinek gotinên Kurdî pêşkêş bikin. Ji bo Neşet û Kurdên Tirkiye re. Bila yadîgar bimînî. Silavê me hemû stranbêjên Sûrî ji gelê Kurd ê Tirkiye re heye. Em Neşat Ertaş jî silav dikin û ji çavên wî radimûsin. Ez zor spas dikim ji ber ku stran xwestine. Û ez jî stranan jê re dinivîsim dişînim. Lê ez hêvî dikim weke ku ez jê re dinivîsim û dibêjim, ew jî ji min re gotinan bike û stranan ji min re bişîne.”
Neşet hêviyê dikuje û stranan talan dike!
Di axavtina wî de diyar dibe ku ew bi dilekî paqij stranan dişîne ji Kurdên Tirkiyeyê û Neşet Ertaş re. Lê Neşet Ertaş çi dike? Ew bersivê dide Cemîl Horo yan jî nade kes nizane, heta niha agahiyeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Lê tişta eyan ew e ku Neşet Ertaş jî yek ji Kurdên Tirkiyeyê ye û stranên Kurdî ji stranbêjên Kurd xwestine. Paşê jî ev stranên Kurdî kirine Tirkî û stran bûne malê Tirkan! Strana wî ya bi navê “Gonül Dağı” ku sala 1971’ê de gotiye, yek ji wan stranan e ku bi destê wî hatiye talankirin. Ji lewre di qeydeke televizyona dewleta SSCB’yê de ku sala 1969’an de hatiye qeydkirin, derket holê ku zarokekî piçûk ê bi navê Rûstemê Îsko heman stranê bi navê “Min te dîtibû” gotiye. Jixwe, Neşet Ertaş jî li ser kasetê weke gotin û awaz navê xwe nenivîsîbû.
NAVENDA NÛÇEYAN