- Sal derbas dibin, lê dengê wî pîr nabe, qut nabe, winda nabe. Her cara ku meha Adarê tê, Mihemed Şêxo dîse hişyar dibe û dengê strana ‘Hemî Adaran hûn min hişyar kin’ bilind dibe.
Di 9’ê Adara 1989’an de hunermend Mihemed Şêxo koça dawîn kir. Mîrateyeke hunerî ya ku şahî û xemên gelê Kurd û hêviyên wî yên azadiyê vêdibêje, li dû xwe hişt.
Mihemed Şêxo di sala 1948'an de li gundê Xaçokê yê li başûrê Qamişloyê ji dayik bûye, jêhatiya wî ya ji bo stranbêjî û muzîkê di temenekî biçûk de dest pê kiriye.
Şêxo bi jêhatiya xwe ya xwezayî têr nebû, lewma her xwe di nava hunerê de kûr dikir, fêrî gelek amûrên muzîkê bû, mîna bilûr, biziq, ûd, keman, akordiyon û gîtarê. Wî dizanî ku dengê wî tenê têra gihandina peyama wî nake, lewma bi hostayî fêrî amûrên muzîkê bû, her amûrek kir navgîneke ku hestên gelê xwe pê bigihîne cîhanê.
Di deme zilmê de hunera qedexe
Stranbêjiya bi kurdî di bin desthilata Partiya Baasê de wek sûc dihat dîtin ku rejîmê siyaseta înkarê li hember çand û ziman û nasnameya kurdî ferz dikir. Lê Şêxo guh neda van siyasetan û qedexeyan, ew bi biryar bû ku dengê xwe bide bihîstin, ji bo şoreşgeran, ji bo çiyayên Kurdistanê, ji bo gelê xwe û ji bo hezkirinê û hêviyê stran gotin.
Wî dizanibû ku ew ê ji bo stranên xwe berdêlên giran bide, lewma jiyana wî çewisandin, zindan û sirgûn bû. Ew amade bû ku berdêlan bide, ji ber ku hunera wî şerek bû ku wî bi deng û awazên xwe ew şer kir.
Ne platformeke wî ya medyayî hebû û ne jî kanalên kurdî yên ku stranên wî belav bikin. Lewra wî stranên xwe bi rêya beşa kurdî ya Radyoya Bexdayê û Radyoya Êrîvanê û bi kasetên ku bi dizî di nava gel de belav dikirin, pêşkêş kirin. Gelek kes tenê ji ber guhdarîkirina stranên wî ketin zindanan û hatin îşkencekirin.
Jiyana xwe terxan kir ji bo Kurdan
Mihemed Şêxo ne hunermendekî asayî bû, lê ew dibistaneke hunerî bû ku bandor li nifşên siberojê kir. Hunermend Ebdulrehman Elo yê ji bajarê Hesekê ku yek ji şagirtên wî ye, dibêje: "Ez ji rêbaza hunerî ya hunermendê nemir Mihemed Şêxo hez dikim, ez di dibistana wî de mezin bûm û di sala 1970’yî de ez fêrî lêdana biziqê bûm.” Elo her wiha got: "Di dil û bîrdanka gelê xwe de hezkirineke ku nayê jibîrkirin, hiştiye. Ne tenê ji ber hunera xwe, lê her wiha ji ber ku wî jiyana xwe ji bo doza gelê xwe terxan kiriye û stranên wî ji bo gul, çiya, şervan û azadiyê çêdikirin, nîşana vê hezkirinê bûn."
Birayê wî Beha Şêxo, bêtir hûrgiliyan li ser zarokatiya wî vedibêje ku çawa hunermendên wê demê amûrên xwe yên muzîkê bi destên xwe çêdikirin. Beha Şêxo bi bîr tîne ku çawa apê wî tenbûra yekem daye birayê wî Mihemed Şêxo û çawa paşê jêhatîbûna wî ya bêhempa diyar bû. Ew her tim dilsozê gelê xwe bû û helbestên 18 helbestvanên Kurd kirine stran.
Rêwîtiya têkoşîn û sirgûnê
Hunermend Mihemed Şêxo, ji ber çewisandina dezgehên ewlehiyê yên rejîma Baasê surgûn bû. Di sala 1970’yî de li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi cih bû û li wê derê muzîk xwend û xwest ku jêhatîbûna xwe dûrî zordarî û çewisandinê bi pêş bixe.
Lê hesreta welêt her di dilê wî de bû, ji ber wê jî di sala 1974’an de vedigere Sûriyeyê û yekem albûma xwe li Şamê tomar kir, lê dengê wî ku bi hezkirina Kurdistanê tijî bû, li xweşiya desthilatdaran nehat, ji ber wê jî careke din rastî çewisandina dezgehên ewlehiyê hat. Di heman salê de berê xwe da başûrê Kurdistanê û li wir tev li refên pêşmergeyên ku li dijî rejîma Iraqê şer dikir bû, da ku dengê wî bibe hevrêyê têkoşînê.
Di sala 1975’an de rêwîtiya wî ya lêgerîna azadiyê dibe sedem ku derbasî rojhilatê Kurdistanê bibe û digihêje bajarê Mehabadê û li wir yek ji berhemên xwe yên hunerî yên herî girîng, strana “Ey Felek” ku di bîrdanka gel de nayê jibîrkirin, tomar kir.
Di Adarê de koça dawn kir
Di 6’ê Adara 1989’an de, piştî ku Mihemed Şêxo ji girtîgehên rejîma Baasê derket, di encama îşkenceyên giran ên di girtîgehê de krîza dil kir. Ew veguhastin nexweşxaneya Qamişloyê û li wir roa 9`ê Adarê di 41 saliya xwe de koça dawîn kir û mîrateyeke nayê jibîrkirin li dû xwe hişt.
Mihemed Şêxo wekî ku zanîbû ew ê rojeke Adarê koça dawîn bike ku di straneke xwe de wiha qewîtiya xwe li gelê xwe û hezkiriyên xwe dike:
“Gava ez mirim
Gelî zindiya
Min neveşêrin wekû hemiya
Gorêt min çêkin
Bin sîha çiya
Kêliyêt min çêkin
Ji dû kezîya
Hemî Adara
Hûn min şiyar kin
Da bikime şînî
Bo me hemîya”
Tevî koçkirina hunermend Mihemed Şêxo jî, lê dengê wî nemiriye, dîsa jî di her maleke kurd de deng vedide û stranên wî hê jî hêviyê di giyanan de vedijînin û her meha Adarê, wekî ku wî qewîtî kiriye, ji nû ve tê hişyarkirin û bîranîn. EHMED SEMÎR /ANHA/QAMIŞLO