‘Dengê Kilîtan’: Vegera li bibîranînên zarokatiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:00

  • “Dengê Kilîtan” balê dibe ser serpêhatiya Gasparê Ermen û Heyderê Kurd ê Elewî. Çîrok her çiqasî li dora du karekteran hatibe hûnandin jî, esas behsa qirkirina Ermenan û vegera Gaspar a ser ax û kokên xwe dike. Lê Gaspar nehatiye ku ji bin erdê zêran derbixe yan jî mal û milkê xwe bistîne.

ARDÎN DÎREN

Îlham Bakir nivîskar û sînemavan e; ev demeke dirêj e li ser belgefilman dixebite û heta niha gelek belgefilm çêkirine. Her wiha ew bi salan e ku dersên sînemayê dide û nexasim jî weke mamosteyê senaryoyê tê zanîn. Herî dawî li Amedê, li “Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn” dixebitî û dersên senaryoyê didan. Lê piştî dagirkirina şaredariyan bi qeyûman, wî karên xwe yên hunerî û sînemayê li deverên din dewam kirin û niha jî bi kurtefilma xwe ya nû ya bi navê “Dengê Kilîtan” li pêşberî me ye. Wî di nav vê hefteyê de li Londonê galaya filma xwe kir û filma wî bi piştgiriya “Komelaya Kûrecîk”ê li Londonê hat nîşandan. 

Îlham Bakir, bi kurtefilma “Dengê Kilîtan” balê dibe ser serpêhatiya Gasparê Ermen û Heyderê Kurd ê Elewî. Çîrok her çiqasî li dora du karekteran hatibe hûnandin jî esas behsa qirkirina Ermenan û vegera Gaspar a ser ax û kokên xwe dike. Lê Gaspar nehatiye ku ji bin erdê zêran derxe yan jî mal û milkê xwe bistîne. Gaspar bi pey “xezîneya zarokatiyê” ango bi pey bibîranîn û serpêhatiyên xwe yên zarokatiyê ketiye û ji lewma li gundê xwe vedigere. Lê karakterê me yê sêyemîn, muxtarê gund e - temsîliyeta dewletê bi xwe ye -, ew dixwaze di navbera Gaspar û Heyder de fesadiyê bike û wan berde hev. Helbet her du heval guh nadin muxtar û bibîranînên zarokatiyê li hev xwedî derdikevin û bi ser de jî henekê xwe bi muxtarê gund dikin. Dawiya filmê hinekî trajîkomîk e û pirr baş hatiye hûnandin.

Filma “Dengê Kilîtan” esas filmeke vegerê ye. Her wiha rûbirûmayîna bi meseleya Ermenan jî vedibêje. Bakir dîmenên filma xwe li Meletiyê, li Kûrecîkê girtine. Derheqê pêvajoya çêkirina filmê û peydabûna vê fikrê de em bi Îlham Bakir re peyivîn. 

Bingehê çîroka filmê

Dema Îlham Bakir ji bo xebata belgefilmekê diçe Dîlok, Mereş, Dêrsim, Meletî û Erzinganê, û li wan deveran digere, fikra vê filmê bi wî re çêdibe. Belgefilma wî li ser Elewîyên Qizilbaş û jiyana wan a komunal e. Ew jî weke Ermenan koçber bûne, çûne û piştî demekê hin ji wan vegeriyane gundê xwe. Lê tişta ku herî zêde bala wî kişandiye hin xanî û mîmariyên Ermen ên Kûrecîkê ne. Dema ew van xaniyan dibîne, Bedlîs tê bîra wî: “Zarokatiya min li Bedlîsê derbas bû. Wê demê jî gelek Ermenên ku di dema qirkirinê de koç kiribûn, vedigeriyan û dixwestin gund û taxên xwe bibînin. Her kesî wisa bawer dikir ku ew ji bo xezîneyan hatine û diketin pey wan ew dişopandin. Jixwe, hin kesan jî gor, dêr û malên wan talan dikirin û li zêran digeriyan. Ev mesele ji min re bû meraq û min dixwest hîn bibim ka Ermenî kî ne. Yanî ew bibîranînên min ên zarokatiyê û hin mekanên Kûrecîkê ku min dîtin, hatin gel hevdu û wisa çîroka vê filmê derket holê.” 

Derdê Gaspar ne mal, milk û zêr e

Îlham Bakir bi bîr xist û got, gelê Ermen parçeyekî vê ax û çanda qedîm e, lê niha ji ziman û çanda wan tiştek nemaye û ev yek windahiyeke mezin e ji bo axa Kurdistanê. Îlham Bakir dixwaze bi vê filmê bike ku mirov bi vê rastiyê re rû bi rû bibin û filma xwe jî ji bo bibîranîna wan, weke rêzgirtinekê dibîne: “Her çiqasî Kurd di qirkirina Ermenen de bi awayekî sîstematîk cih negirtibin jî ev mal û milkên niha di destên me de, zafek ji wan yên Ermanan in. Em dizanin ku dewletê bi xwe ev qirkirin bi rêxistin kir. Jixwe, bi karakterê muxtar ê di filmê de jî ez dixwazim bibêjim, dewlet -kesên ku dewletê temsîl dikin- navbera Kurd û Ermenan xera dikin û fesadiyê dikin. Di filmê de jî muxtar dixwaze navbera Gaspar û Heyder xera bike û nehêle di navbera wan de dostaniyek çêbe. Derdê wî jî zêr û milk e. Ew ketiye pey wan. Lê derdê Gaspar ne mal û milk û xezîneya zêran e!”

Muxtarê zikreş û çavsor

Gaspar beriya ku tevî malbata xwe koçber bibe here, pêlîstoka xwe ya zarokatiyê ya ku ew û Heyder pê dilîstin, xistiye bin erdê û veşartiye.

Xaya wî ew e ku wê pêlîstokê ji bin erdê derxe û bi bibîranînên xwe yên zaroktiyê şa bibe. Lê muxtar li cem xwe hesabên zêran dike û dibêje, ew zêran ji bin erdê derdixe. Ji lewma jî dema Gaspar dixwaze erdê bikole, Muxtar, Gaspar û Heyder bi çeka xwe tehdît dike û destên wan girê dide. Bi bi tevr û qedûm bikole, lê ji dêvla zêran pêlîstoka ji hesin dibîne. Dema muxtar pêlîstokê dibîne, Gaspar û Heyder bi wî dikenin û henekê xwe pê dikin. Di vir de em dibînin ku mesele ne xezîneya zêran, lê xezîneya bibîranînên Gaspar û Heyder e. Her du heval ketine pey lîstikên xwe yên zarokatiyê, lê muxtar zikreş e û çavsoriyan dike.  

 

 

2 sal ji bo Dengê Kilîtan

Îlham Bakir ji bo şert û mercên çêkirina filmê jî dibêje, pirr zehmet bûn. Ji bo destûra fermî bigire, leşkerên herêmê ew gelekî aciz kirine û destûr nedane ekîba filmê. Bakir ji bo pêvajoya çêkirina filma “Dengê Kilîtan” dibêje, “Ji bo destûrê min miracaet kir, lê destûr nedan, di filma min de jî sehneyên berfê hebûn û berf bariyabû. Diviyabû min dîmenên berfê bigirtana. Me bê destûr dîmen girtin, piştî sê rojan leşkeran avêt ser gund û nehiştin em dewam bikin. Me girtina dîmenan betal kir.” Piştî serdegirtina leşkeran Îlham Bakir mecbûr dimîne navberê bide girtina dîmenên filmê û di ser re salek û nîv wext derbas dibe. Bakir vê filmê di nav qedexeyên pandemiyê de temam dike. Her çend pirsgirêkên pandemiyê û şertên gund li ser filmê bandorê bikin jî, wî bi cehdeke mezin dewam kiriye û film di nav 2 salan de temam kiriye. 

Îlham Bakir herî dawî dibêje, filma “Dengê Kilîtan” dest bi pêvajoya festîvalan kiriye û li 2 festîvalên Emerîkayê hatiye nîşandan. Îlham Bakir bi vê filmê xelata derhênerê herî baş û xelata dramaya herî baş a belgefilmê girtiye. Her wiha li Şîlî, Misr û Hindîstanê jî filma wî ji bo festîvalan hatiye hilbijartin û wî li wir jî xelat wergirtine. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.