Dengê jinan li meydanên Kurdistanê

Nûçeyên Jin

Duşem 1 Adar 2021 - 16:30

  • Li gelek navçe û bajarên din ên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakiyên 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir. Peyam îsal ew e ku wê têkoşîneke bêhempa a azadiya jinê û civakê dest pê bike.

Li Başûrê Kurdistanê piştî Binarê Qendîlê di serî de Mexmûr û Şengal, li gelek deveran çalakiyên bi rasthatina 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir. Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê û li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Minbic û Tebqayê jî çalakiyan doh dest pê kir. 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştarê bi daxûyaniyekê çalakiyên 8’ê Adarê da destpêkirin.

Beriya ku daxûyanî were xwendin rêz hat girtin. Hevseroka Meclîsa gel a Demokratîk, Çîçek Cengîz daxûyanî xwend. Çîçek Cengîz got, "Em weke gelê Kurd û jinên tevahiya cîhanê pîrozbahiyên meha Adarê dest pê dikin, weke her sal li her qadê pîrozbahiya meha Adarê tên dest pê dike. Di bernameya me ya çalakiyan de ev hene; ‘Roja 3’ê Adarê (îro) wê pêşangehek were nîşandan, 5’ê Adarê wê li ser girîngiya 8’ê Adarê semîner were dayîn, her wiha di 6’ê Adarê de bi pêşengtiya TJCM’ê meşek wê were organîzekirin bi wê ve girêdayî di 7’ê Adarê de jî wê tevahî jinên wargehê bi cil û bergên xwe yên Kurdî, meşekê li dar bixin, û roja 8’ê Adarê jî  wê bi awayekî girseyî were pîrozkirin. Em 8’ê Adarê destpêkê li mîmarê mirovahiyê Rêber Apo, şervanên di çeperan de şer dikin, girtiyên zindanan û tevahî gelê Kurd pîroz dikin."

Afîşên xwe bi defê daliqandin

Jinên Şengalê jî xwe ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê amade dikin. Bi vê boneyê TAJÊ li navenda bajêr afîşên 8’ê Adarê daliqandin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi boneya 8’ê Adarê li navenda Şengalê afîşên 8’ê Adarê daleqandin.

Jinan cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe kirin. Ew ji ber konê berxwadana Asayîşa Êzîdxanê, heta bi dewara Şengalê kolan bi kolan geriyan û afîşên 8’ê Adarê daleqandin.

Jinan di dema daleqandina afîşan de li ber defê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ gotin.

Bi alên YPJ´ê 8´ê Adarê

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8`ê Adarê ya Minbicê û gundewarên wê, çû serdana Meclîsa Leşkerî, Mala Birîndarên Şer, Komîteya Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê û 8`ê Adarê li wan pîroz kir. Wê xelatek diyarî her saziyekê kir.

Her wiha li ser dîwarên bajêr nivîsên “Jin welat e û hêjayî hezkirin û rêzgirtinê ye, jina azad nûnertiya civakê hemûyî dike, şoreşa ku jin ne di nav de bin, bi ser nakeve” nivîsîn.

Bi heman armancê, Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi dirûşma “Rêwîtiya Hind û Seîda rêwîtiya me ye, soza wan soza me ye” meşek bi rêxistin kir. Bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê tev li meşê bûn. Meşê ji pêşiya navenda Rêveberiya Jinan a Tebqayê dest pê kir. Meşvanan alên YPJ`ê hildan. Meşê heta Çerxerêya Meyselûn dewam kir.

Sala têkoşîna bêhempa

Kongreya Star a navçeya Amûdê bi boneya 8`ê Adarê û amadebûna jinên saziyên civaka sivîl li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a navçeya Amûdê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi dirûşma "Tekoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" hate dayîn. Hevseroka meclîsa navçeya Topiz, Medya Sedo daxuyanî xwend. Wê got, "Beriya mehekê li Şedadê hevalên me Seîda Feysel û Hind Letîf ji ber ku dev ji evîna azadiya jinan bernedan, bi awayekî hovane hatin qetilkirin, li ser erdên Sûriyê ku erdenîgariya şoreşa jinan e. Em her du hevalên xwe, Seîda û Hind, Leyla Agirî û şehîdên Helincê û şehîdên Til Rifetê bi bîr tînin.

Sala 2021`an dê wek saleke têkoşîn û azadiyê ya bêhempa di têkoşîna azadiya jinê de wê cih bigire, em ê şer, qetilkirina jinê, fihûş, sîxurtî, bêkarî û zilma ku li erdengîgariya me tê ferzkirin bi têkoşîna ku em di her qadên jiyanê de xurt dikin, rawestînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê jinan berê xwe da gundê Jinwarê da ku şahiyekê li dar bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.