Dengbêjî û flamenko

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Çile 2022 - 22:00

  • Ganî Mîrzo: Îro li muzîka min ji xeynî Kurdan gelek kesên din jî guhdarî dikin û ruhê wê fêhm dikin. Yanî bingeh û ruhê muzîka min Kurdî ye, bes flamenko û caz jî piştgiriya vê muzîka min ya înstrûmantal dikin.

ARDÎN DÎREN

Muzîkjen Ganî Mîrzo beriya bi 30 salan ji bo perwerdeya muzîka flamenkoyê, ji Qamişloyê bar kiriye û berê xwe daye peytexta muzîka dinyayê Barcelonayê. Wî bi ûd û gîtara xwe daye pey melodiyên folklorîk û di navbera muzîka flamenko û dengbêjiyê de sentezeke nû ava kiriye. Jixwe, ew dibêje ruhê flamenkoyê nêzî dengbêjiya Kurdan e. Wî heta niha gelek projeyên muzîkê bi rê ve birine. Ji bo film û şanoyan, muzîk çêkiriye. Lê di van salên dawiyê de ew herî zêde bi konserên xwe yên li Ewrûpa tê naskirin. Ganî Mîrzo tevî komek hunermendên din li van konseran bi Kurdî û gelek zimanên din stranan dibêje. Ganî Mîrzo xemxurê welatê xwe ye, dibêje, em bi van konseran alîkariya Kurdan dikin û ji bo kesên li kampan dimînin dibin alîkar. Em bi Ganî Mîrzo re li ser serpêhatiya wî ya Barcelona, konserên wî yên ji bo alîkariyê û muzîka flamenko û Kurdî peyivîn.  

Wî jî qedrê me girt û bersiva pirsên me da.

 

Tu dikarî hinekî behsa serpêhatiya xwe bikî? Wê rêwîtiyê çawa û çima dest pê kir?

Di navbera salên 1987 û 1989’an de min li Helebê muzîk dixwend. Lê mixabin perwerdeya li wir ez têr nedikirim. Wekî din min dixwest li ser muzîka Kurdî hûr bibim. Xelkê me û çanda me bindest bû, li Helebê jî me nikarîbû çand û hunerê xwe pêk bînin.

Newroz û şahiyên Kurdî qedexe bûn. Ez li cihekî demokratîktir digeriyam da ku karibim hem di muzîkê de bi pêş bikevim û hem jî muzîka Kurdî bi pêş bixim. Serê pêşî dema ez li Helebê bûm, têkiliyeke min bi Elmanyayê re çêbû û ji min re bûrs derket, lê beşa muzîkolojiyê bû. Bala min jî bêtir li ser afirandina tiştên nû bû, min dixwest înstrûmanan bijenim. Ez li pey muzîkeke nû bûm. Demekê min berê xwe da muzîka flamenkoyê û bala min çû ser Spanyayê. Piştî wê, min biryar da ku muzîka herî nêzî ya Kurdan, ev muzîk e.

Di sala 1993’yan de weke penaberekî ez çûm Spanyayê û min li wir dest bi xwendinê kir. Min li Barcelonayê 6 salan konservatuar xwend û 4 salan jî di asta bilind de min xwendina xwe domand. Bi giştî min 10 salên xwe dan xwendinê û lêhûrbûna muzîka flamenko û ya Kurdî. Di van salan de gelek tucrûbe çêbûn. Bi ud, bizq, saz, gîtar û çeloyê me di navbera muzîka flamenko û ya Kurdî de têkiliyek saz kir. Bi vî awayî me xwe gihand muzîka înstrûmantal. Ev berê jî di muzîka me de hebû, lê kes li serê zêde nexebitîbû.

Te jî bi rîtmên muzîka Kurdî û flamenkoyê sentezeke nû çêkiriye. Di navbera muzîka Kurdî ya folklorîk û flamenko de hevpariyeke çawa heye?

Bajarê Barcelonayê cihekî kozmopolît e. Gelek çandên dinyayê hatine li wir bi cih bûne. Muzîk li wir gelekî bi pêş ketiye. Gelek hunermendên dinyayê dihatin vir û diçûn. Hîna jî wisa ye. Eynî wek cem me “Cafés Cantantes” (Qehweyên dengbêjan) hebûn, milet dihat li van qehweyan dixwar, vedixwar û li dengbêjan guhdarî dikir. Van dengbêjan carna li gîtarê jî dixist û digot. Carna jî dema wan li gîtarê dixist, jinekê dansa flamenkoyê dikir û stran digotin. Çawa îro li Diyarbekirê “Malên Dengbêjan” hene li vir jî malên dengbêjan ew qehwe bûn. Vêca, hin rîtmên wan hene gelekî nêzîkî ên me Kurdan in. Ruhê flamenkoyê nêzîkî denbêjiya Kurdan e.

Tenê ziman cuda ye. Min rîtm, muzîk û qêrînên flamenkoyê pirr dişiband muzîka me. Ez her tim bi rengekî înstrûmantal difikirîm. Min dixwest guhestinekê çêkim di nav rîtm û melodiyên flamenko û muzîka Kurdî de. Min bi vî awayî muzîkeke nû ava kir. Înstrûman cuda ne, lê ruhê wê Kurdî ye. Ez jî li ser bingehekî Kurdî mezin bûme. Bingehekî min ê folklorîk hebû. Ez ji Qamişloyê ango Rojavayê Kurdistanê me. Min li muzîka her çar parçeyên Kurdistanê dihisand û bandora Radyoya Erîvanê tesîreke mezin li min kiribû. Ew nota û melodiyên Kurdî giş di hişê min de bûn. Bi flamenkoyê min tiştek nû ava kir. Ev ji bo min pirr grîng bû û armanca min jî ev bû. Weke di civakê de şoreş pêk tên, em mecbûr in di çandê de jî şoreşan bikin. 

Tu di hevpeyvîneke xwe de dibêjî “dil”ê muzîka min bi Kurdî ye lê ez bi rengên cuda yên cîhanî dixemilînim?  

Divê em li sûka muzîka cîhanê binihêrin û muzîka xwe jî li gorî wê dewlemend bikin. Ez dixwazim muzîka enstrûmantal di nav Kurdan de bêhtir pêş bikeve. Dilê min û xwîna di damarên min de digere dikarim bibêjim ji serî heya binî bi Kurdî ye. Ev 30 sal in ez radizêm û radibim li Kurdistanê difikirim. Li malbat, welat û dost, çiyayên Kurdistanê û xelkê xwe difikirim. Mêjiyê min bi Kurdistanê dixebite.

Baxçeyek tenê bi gulekê naxemile, divê di baxçe de gelek gul hebin û her wiha rengên cuda. Muzîk ya insaniyetê ye bi rastî ne malê kesî ye. Lê dema ku miletek û çanda wî bindest bin, mirov dixwaze wê çandê bi rengekî azad bi pêş bixe. Îro li muzîka min ji xeynî Kurdan gelek kesên din jî guhdarî dikin û ruhê wê fêhm dikin. Yanî bingeh û ruhê muzîka min Kurdî ye, bes flamenko û caz jî piştgiriya vê muzîka min ya înstrûmantal dikin. 

Gava ez li stranên albumên “Ronî” û “Dîlana Azadiyê” guhdarî dikim gelek di bin tesîra wan de dimînim?

Di sala 1999’an me albûma “Ronî” derxist. Me konsera zindî qeyd kiribû, yanî wisa haziriyeke me ya profesyonel tine bû. Lê gelekî jê hat hezkirin û me jî weke projeyekê weke CD çap kir. Wî wextî vê albumê li Spanyayê gelek bandor çêkir. Strana “Ronî”, her notayeke wê ji çiya, gol û çemên Kurdistanê ne. Weke melodiyeke kevn a ku emrê wê hezar salî ye. Kevn e lê ruhekî wê yê nû jî heye wisa texmîn dikim ku dê hezar salên din jî ev ruh bimîne. Di rîtm û melodiyên wê de ruhê Kurdistanê heye. Ji bo “Dîlana Azadiyê” jî, min bi vê stranê serfiraziya Kurdan hêvî kiriye. Ew diyariye ji bo miletê Kurd, rojekê em ê azad bibin û li ber vê stranê kêf û dîlanê bikin. Ji lewma muzîka înstrûmantal ji bo me Kurdan girîng û pêwîst dibînim. Gelek xwendekarên muzîkê niha li ser muzîka klasîk a cîhanî perwerde dibin û di wir de asê dimînin, lê divê em Kurd li ser hin tiştan bifikirin û bi pêş bixin. Yanî helbet em ê li Beethoven û Mozart guhdarî bikin, lê tenê guhdarîkirin têrê nake. Gelek enstrûmanên me yên kurdewar hene, tenê bi tembûrê nabe. Mînak kemançe û bilûra Kurdî hene, heya niha kes li ser hûr nebûye zêde. Hûn yeqîn bikin, asta van înstrûmanan pirr bilind e, lê me ew di asteke bilind de nenirxandine û ji wan sûd wernegirtiye. Divê em li ser van înstrûmanan bifikirin bê ka em dikarin çawa wan bi rengekî cuda bi kar bînin. 

Tu û Ibrahîm Kevo bi muzîkjenên biyanî re konseran jî lidar dixin. Bi Kurdî, Ermenkî û bi gelek zimanên din disitrên. Te got em di van konseran de behsa çîrokên Kurdî dikin. Ev fikir û motîvasyona we çawa peyda bû?

Ev nêzî salek û nîvê ye me komeke nû ya muzîkê ava kir. Navê koma me jî “The Dignity Road” e. Di nav de du hunermendên Baskî, Ibrahîm Kevo ku ew jî muzîkjenekî Ermen û Êzdî ye, hunermendekî Cezayîrî heye ew jî bi Erebî, Spanî û Kurdî distrê. Hunermendekî Spanyayî heye, ew jî li gitarê dixe û ez jî ûdê dijenim. Em 5-6 hunermend in. Bi gelek zimanan em dibêjin, lê giranî li ser Kurdî ye. Min dixwest rengê konseran bê guhertin. Yanî me dixwest em serpêhatî û çîrokan bibêjin, û di bin de jî muzîk hebe. Yanî mirov dikare bişibîne şanoyê jî. Yanî bi muzîkê me xwest çîrokekê ji Kurdistanê bibêjin. Proje bi vî awayî dimeşe. Em çîrokên Kurdî bi zimanê Baskî yan jî Katalanî dibêjin. Yanî em herin nav kîjan xelkî bi zimanê wan behsa çîrokên Kurdî dikin. Kekê Ibrahîm me gelek bi rûmet kir û repertûwara konserên me guhert bi rastî. Pirr yekî karîzma ye û Kurdiya wî ji ya min paqijtir e. Çimkî di nav Kurdên me yên Êzîdî de rabûye û çanda Kurdî baş nas dike. Bi rengekî pirr otantîk distrêne. Li Ewrûpayê jî baş tê naskirin û gelek kes jê hez dikin. Em li konseran bêhtir dengê Kurdan bilind dikin û em ê çawa ji kesên li kampan re bibin alîkar li ser vê yekê disekinin. Em li van konseran bêhtir li ser projeyên insanî diaxivin.

Te li Şengalê bi navê “Mîrzo Musîc” dibistaneke muzîkê jî vekir. Xema te çi ye?

Ez xemxwarê welatê xwe Kurdistanê me. Tiştên bi serê Êzîdîyên me yên Kurd de hatin li dinyayê bi serê kesî de nehatine. Qirkirineke mezin a fîzîkî û çandî heye li ser gelê me yên Êzîdî. Beriya her tiştî weke insanek û pey re jî weke rewşenbîrekî Kurd, min ji xwe ev pirs kir “Çi ji me tê xwestin?”. Her kesê ku dibêje ez Kurd im û li ber rewşa wan dikevim, divê beriya her tiştî bibe alîkar. Hewce nake em bibêjin “ax”, “oy” û “rewşa Êzîdiya giran e”; em dikarin çi bikin, divê em li ser vê yekê bisekinin. Her Kurd pêwîst e, tiştekî bike. Di van salên dawiyê de li wir gelekî valahî çêbû. Ew Kurdê ku karibe û tiştekî neke Kurdayetiya wî qels e. Bi vê armancê me li Şengalê bingehek ava kir. Me ji bo zarokan dibistana muzîkê vekir. Li Şengalê malek tine ye ku êş û birîneke mezin lê peyda nebûbe. Di dilê her zarokî de êşek heye. Me got, ev zarok çawa dikarin êşa xwe ji bîr bikin û rehet bikin. Ez ji muzîkê fêhm dikim, gelek caran li Spanyayê weke muzîkoterapî me karên bi vî rengî bi rê ve birin. Min xwest bi heman dilî li vir jî van karan bikim. Ji xeynî vê, zarok siberoja Kurdan in. Heger em guh nedin zarokên xwe, siberoja me dê pirr xerab be. Ew zarok niha çanda xwe hîn dibin û înstrûmanan dijenin. Her wiha dîroka muzîka xwe hîn dibin. Em jî dixwazin kêfxweşiyê bixin dilê wan zarokan. Hem zahmet e û hem jî rehet e ku mirov kêfxweşiyê bixe dilê zarokan. Divê mirov zanibe çawa kêfxweşiyê bixe dilê wan, ev pirr muhim e. Em mecbûr in û berpirsyarê van zarokan in. Niha vê dibistanê tesîra xwe gelekî kir û navendên muzîkê yên din jî vebûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.