- Siwaro: Li gor min dengbêjî havênê muzîka Kurdî ye. Diya min tê bîra min, dema me penîr dimeyand, mast yan jî hevîr çêdikir, tim pêdivî bi havên hebû. Ev peyv ji hişê min naçe û tim di hişê min de ye. Ji ber vê yekê min navê albûma xwe kir Havên.
ARDÎN DÎREN
Siwaro Temirek yan jî tenê Siwaro... Ew yek ji wan dengên Kurdî ye ku li kolanan olan dide û stranên Kurdî pêşkeşî kesên li kolanan dike. Nexasim jî kolanên Stenbolê dengê Siwaro baş nas dikin. Wî heta niha li gelek cihên navendî yên Stenbolê û li keştiyan bi tembûra xwe stranên Kurdî gotine û hîna jî dibêje. Tenê anfî û tembûreke wî heye û ew bi van enstrûmanan karê xwe bi rê ve dibe. Li gel zor û zehmetiyan û êrişên polîsan jî ew vî karê xwe didomîne. Dengekî wî yê kubar heye û tişta herî bala min kişand jî, ew weke hin hunermendên kolanan “naqîre!”.
Mirov ji bo Siwaro dikare bibêje, ew di hedê xwe de stranên Kurdî dibêje. Jixwe, ew jî weke rexneyekê dibêje, dema kolan tên gotin, tenê strana “Şemlê” tê bîra xelkê, lê divê ev nihêrîn biguhere û kolan tenê bi strana Şemlê neyên bibîranîn. Li gorî Siwaro gelek stranên Kurdî yên din jî hene ku divê li kolanan werin gotin. Vê yekê pirr bala min kişandibû û min xwest li gel Siwaro bipeyivim. Di nav vê hefteyê de ew ji bo konserekê li Amedê bû. Me hev du dît û li ser jiyana wî û karê wî yê muzîkê em peyivîn. Paşê ez pê hisiyam ku ew weke dengê xwe henûn û dilnizm e.
Berxvanê zozanan dadikeve kolanan
Siwaro, ji Îdirê ye. Ew heta 20 saliya xwe li gund bûye û bi gotina wî, ew “berxvan” bûye. Malbata wî malbateke koçer e û havînan berê xwe dida zozanan. Siwaro dibêje, “Ji bo pez bi zerikê nekeve em mecbûr bûn me pez derxista kir.” Ji ber vê yekê jiyana Siwaro jî li serê çiya û zozanan derbas bûye. Ew dibêje, ji ber ku gundê wan nêzî Êrîwanê bûye, çanda Kurdên Qefqasan jî bandor li çanda wan kiriye û bi malbatî nexasim li radyoya Erîwanê guhdarî kirine. Lê Siwaro dibêje, di malbata wan de kesên dengbêj jî hebûne û van dengbêjan di dawetan de stran digotin. Van hemûyan li ser jiyana Siwaro bandoreke baş çêkiriye. Di zarokatiya xwe de her çend wî ji muzîkê hez kiribe û stran gotibin jî ji bo muzîkê perwerde nebûye.
‘Aşiqê Tirkan û çanda wan bûn’
Siwaro bi awayekî bavê xwe qanih dike ku jê re tembûrekê bikire. Piştî ku bavê wî jê re tembûrekê dikire, ew du rojan diçe kursa tembûrê û wekî din li ber pez e, şivantiyê dike. Lê dema dibe 20 salî, ew jî weke gelek kesan berê xwe dide Stenbolê da ku di karê avahiyan de bixebite. Siwaro dibêje, beriya ew ji Îdirê derkeve, zêde hay ji Kurdayetiyê tinebû û piştî ku çûye Stenbolê, Kurd bêhtir nas kirine: “Li Îdirê gelek Kurd aşiqê Tirkan û çanda wan bûn. Ji ber ku Kurdî qedexe bû, kesî xwe nedida ber Kurdî. Malbata min jî dixwest ez bi Tirkî bistrêm. Li gorî wan kesekî bibe stranbêj, diviyabû bi Tirkî bigota.”
Lê tercîha Siwaro Kurdî ye, li Stenbolê diçe civatên Kurdî û konseran jî. Wî bi vî awayî tevgera azadiya Kurd jî nas kiriye û derbarê vê yekê de jî dibêje, “Piştî nasînê, tiştekî nû çirûsî di dilê min de û min hin tişt bêhtir meraq kirin. Tişta ku jiyana min ji nişkê ve guhert nasîna rêxistinê bû. Piştî ku ez bi Kurdayetiya xwe baş hesiyam, nasnameyeke nû bi min re çêbû û min bêhtir bala xwe da ser çand û hunerê Kurdî.”
‘Ez ê weke van kesan çênekim’
Siwaro dibêje, dema wî biryar daye ku li kolanan stranan bibêje, qet nexwesitiye bibe teqlîdeke kesên ku li Taksîmê stranan dibêjin:
“Muzîka wan qet bala min nekişand. Min li ba xwe got, ez li kolanan muzîkê çêkim jî ez weke van kesan çênekim.”
Ji bo hînî kolanan bibe û karibe li hin cihan stranên Kurdî bibêje, wî gelek zehmetî dîtine. Gelek caran nehiştine ku li hin cihan stranan bibêje, polêsên Tirk çend caran ew tevî tembûra wî kirine nezaretê û xwestin çavên wî bitirsînin. Lê bi demê re ew fêrî kolanan dibe û di heman demê de bi awayekî fermî niha di keştiyan de stranên Kurdî dibêje. Heta, di keştiyan de niha tenê Siwaro stranên Kurdî dibêje. Dema destûra keştiyê digire, jî berpirsyar jê re dibêjin, bi Kurdî nebêje, lê Siwaro dev ji stranên Kurdî bernade û dibêje. Bi gotina wî piştî demekê ew “dielime kolanan û weke kesekî profesyonel” tevdigere û xwe bi kolanan dide qebûlkirin. Bi vî awayî ew zivistanan di keştiyê de û bihar û havînan jî li kolanan stranên xwe dibêje. Ji bo debara xwe bike, niha tenê vî karî dike û ji xeynî muzîkê karekî din nake.
Siwaro, stranên gelek hunermendan ji nû ve şirove dike ku di nav van de Mihemed Şêxo, Aram Tîgran û Hozan Serhed jî hene. Her wiha, ew pirr nirx dide bi dengbêjiyê û heta jê tê kilamên dengbêjiyê jî dibêje. Her wiha wî albûma xwe ya dengbêjiyê ya bi navê “Havên” jî nû derxistiye û di albûmê de heyranok jî gotine. Ji bo sedema navê albûmê, ew dibêje, “Li gorî min dengbêjî havênê muzîka Kurdî ye. Her wiha havên ji bo min peyveke taybet e. Diya min tê bîra min, dema me penîr dimeyand, mast yan jî hevîr çêdikir, tim pêdivî bi havên hebû. Ev peyv ji hişê min naçe û tim di hişê min de ye. Ji ber vê yekê min navê albûma xwe kire Havên.”
Siwaro herî dawî dibêje, di hêla muzîkê de ew hîna nû ye û di teoriya muzîkê de gelek rê hene ku ew di wan riyan re derbas bibe. Her çiqas dengê wî xweş be û muzîkeke dilsoz îcra bike jî dibêje, “Ez hîna li serê rê me.” Di gelek waran de hay ji kêmasiyên xwe jî heye û ji bo van kêmasiyên xwe ji holê rake li ser muzîkê dixebite û lêkolînan dike. Lê hurmetê dide kesên ku tên lê guhdarî dikin û ji bo wan be jî dibêje, “Divê mirov tim bixebite û bi muzîkeke baş derkeve hemberî wan.”