Dem hatiye ku Şengal ji PDK’ê xilas bibe!

Nûçeyên Forum

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:24

  • Ev demek e ku rewşa Şengalê di rojevê de ye û aloziya heyî di nav vê heftê de veguherî şerekî giran.

MERWAN ZERDEŞT

Ev demek e ku rewşa Şengalê di rojevê de ye û aloziya heyî di nav vê heftê de veguherî şerekî giran. Li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandin têne kirin û pêdivî bi zelalkirina hin mijaran jî heye. Ji ber ku êrişên li dijî Şengalê, girêdayî pîlan û hesabên stratejîk ên li herêmê ne.

Rast e, ev demek e ku li Şengalê alozî hebûn. Çavkaniya van alozî û pirsgirêkan bi du tiştên sereke ve girêdayî ye. Ya yekem; civaka Êzîdî piştî fermana 2014’an, rûpelekî nû di dîroka xwe de vekir û dest bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser kir. Civaka Êzîdî, xwest vê pergala xwe ya birêvebirin û parastinê di nav pergala siyasi ya Iraqê de jî bi cih bike. Û Rêveberiya Xweser a Şengalê bi plan û projeyên çareseriyê gelek caran bi Bexdayê re hevdîtin kirin. 

Ji ber rewşa aloz a Iraqê, şerê desthilatdariyê û destwerdanên hêzên navneteweyî, statuya Şengalê zelal nebû û weke devereke aloz hate hiştin. Yanî, heger dewleta Iraqê piştî fermanê polîtîkayeke rast li hemberî civaka Êzîdî bimeşanda û îradeya Şengalê nas bikira, ne PDK ne dewleta Tirk a dagirker ne jî hêzên cuda nikaribûn evçend dest werdin Şengalê û Iraqê. Çavkaniya pirsgirêk û aloziyan hemûyan, qebûlnekirina statuya Şengalê ye. 

Ya duyem jî, bi taybet bi hikûmeta Kazimî re li Şengalê pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an re pêla êrişan gihişte qonaxa temamkirina qirkirinê û Şengal veguherî meydana şerê hegemonyayê ya herêmî. Peymana 9’ê Cotmehê di heman demê de bû sedem ku înîsiyatîfa dewleta Iraqê ya li ser Şengalê jî lawaz bibe û Şengal bibe warekî bêîstîqrarkirina Iraqê. Ya din jî, rast e ev pîlan di navbera hikûmeta Kazimî, PDK û dewleta Tirk de hate bipêşxistin, lê lazim e em bînin bîra xwe, ev peyman di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Emerîkayê de hate mohrkirin. Ango xwediyê vê peymanê, esas hêzên desthilatdar ên kurewî ne.

Ji ber vê rastiyê, ev şer û aloziya ku di navbera hêzên parastina Şengalê û artêşa Iraqê de xuya dike, xwe dispêre vê pîlana mezin a hêzên hegemonyaya kapîtalîst. Heger em bixwazin sedemên şer û aloziya Şengalê fêm bikin, lazim e em vê rastiyê ji bîr nekin. Ew hêzên ku di 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ajotin ser Şengal û Kobanê, îro jî dixwazin bi destê artêşa Iraqê şerekî nû bidin destpêkirin. 

Ya din, lazim e em balê bibin ser rola PDK’ê ya di vê pîlana qirkirina civaka Êzîdî de. PDK, piştî ku di 2014’an de bi xiyaneteke mezin rê li ber fermanê vekir, ji wê rojê heta îro bûye dijminê sereke ya hebûna civaka Êzîdî. Di dîroka Êzîdiyan de dewleta Osmanî wekî dijminê koka Êzîdiyatiyê hatiye qeydkirin û ew rast e. Lê niha, em dikarin bibêjin ku PDK dijminahiya xwe ya ji ya Osmaniyan jî bihurandiye û sond xwariye ku qirkirina civaka Êzîdî temam bike. Ji ber ku baş dizane, heta ku Êzîdiyek bi bîr û baweriya xwe ve girêdayî hebe, PDK nikare xiyaneta ku li civaka Êzîdî kiriye, bide jibîrkirin. 

Jixwe, di van şeran dawî de jî herî zêde rol û berpirsyariya PDK’ê heye. PDK’ê ji bo artêşa Iraqê êrişî Şengalê bike, çi ji destê wê hat, kir. Her cûre rê û rêbazên qirêj bi kar anîn. Her roj bang kir da ku keç û xortên Êzîdiyan bên kuştin. Ev jî ne bas bû, dest bi propagandaya reş û şerê taybet kir. Ji bo aloziyê kûr bike û di nav gel de tirsê çêke, dest bi derewan kir. Ragihandina PDK’ê ji bo rastiyê berevajî bike, 24 saetan weşana taybet kir. Herî dawî jî ji bo gel ji Şengalê derkeve propagandayeke berfireh da destpêkirin. 

Niha li Şengalê rewşa aloz bi temamî derbas nebûye, lê diyalog û hevdîtin dewam dikin. PDK dixwaze van hevdîtinan jî jehrî bike. Lazim e raya giştî baş pê zanibe ku ji bo aramî û ewlehî li Şengalê ava bibe, divê li hemberî PDK’ê têkoşîneke xurt û berfireh were meşandin. Heta ku bela PDK’ê ji ser serê Şengalê û Kurdistanê neyê rakirin, wê qeda û bela ji ser serê me kêm nebin. Dem hatiye ku di serî de civaka Êzîdî, gelên Kurdistanê hemû û mirovahî ji PDK’ê xilas bibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.