‘De ka were ji xwe re rûnê lo!’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 21:03

  • Carna guman bi meriva re çêdibin û meriv dibêje, “Gelo xwedê, haya wan jê heye ka çi temaşe dikin?” Carna jî ez ji xwe dikevim gumanan û xwe bi xwe dibêjim, dibe ku hin tiştên hêjayî temaşekirinê hene û ez wan nabînim yan jî ber çavên nakevin? Kîjan e ya rast gelo?

Ji ber sedemeke ne xerîb, ya ku me tevan pê dizanî, lê ji me ti kesî nedigot 'seyê soro gurî wa ye', em demekê ji erasa jiyanê vekişiyan. Gotina bav û kalan a ku dibêje, “meriv heya bi mala xwe direve” yan qet nehata bîra me, yan jî me bi qest neanî bîra xwe. Dibetiya duyemîn, bêhtir nêzîkî aqilan e. Lewra, em zanin gotinên qala rastiyê dikin (îca ew rastî wê gavê li erdê mabe) pirranî li merivan giran tên û dema gotinek li merivan giran hat, mîna rêyeke çareseriyê, meriv wê gotinê qet naîne ser pîr û pancên xwe, ango eynê xwe naînin.

Belê, bav û kalan ji me re gotibû, dema li we teng bû, heya bi mala xwe vekişin. Me guh neda şîreta bav û kalan. Piştî çend derbên xedar, me mal li vir hişt û em heft gavan ji xwe jî vekişiyan. Ê eyan e, dema hûn ji xwe vekişin, bi awayekî xwezayî hûn ji kirasê xwe dertên û yên ku ji kirasê xwe derketin, çi dûr û çi nêzîk, rojekê eseh xwe winda dikin.

Ya ku hate serê me, na na nehat, ya ku me bi xwe anî serê xwe, tam û tevde ev bû. Me xwe li bin siya dareke bê çilo û bê çiqil de ji bîr kir. Em li wir demeke dirêj rûniştin. Me destên xwe ji kar û barê dinyalixê şûştin. Di destên me de tenê gazin man. Me bi şûrê gazinan, gelek dem û dewran kuştin. Ba hatin û bahoz çûn. Roj hat, ew dar jî nema. Ya rastî, îro jî ez yeqîniyê pê naînim ka gelo dareke wisa hebû yan na? Kî çi zane, belkî jî me xewn didît. Ma nexwe, heke hebûya û me jî pala xwe dabiyê, wê çima sirê li pişta me xista û me yê çima li pişta xwe derb bixwara?

Belê belê, hebe û tinebe, ew xewnek bû ku me bi sal û zemanan dît. Lewra tenê di xewnan de dar dikarin bibin dîwar û dîwar jî dîsa vediguherin û dibin dar. Niha baştir tê bîra min. Me wê heynê, carna pala xwe dida hin dîwaran jî. Lê, dîwarên me ne mîna dîwaran bûn. Tev bi bayê hatibûn lêkirin. Dema me bi arxayinî pala xwe didayê û qesta rûniştinê dikir, em tev li ser piştê diketin, û mîna kûsiyê xerabketî li me dihat. Me bi salan nikaribû xwe rast bikin û bên ser hemd û halên xwe.

Bi salan hema wisa li ser piştê

Çi serê we biêşînim, em gelek sal û zemanan hema wisa li ser piştê, li erdê man. Ji ber ku em xerab ketibûn. Me tevahiya wan sal û zemanan, dinya tim serobino dît. Xelkê tim li serê me û me jî tim li lingên wan nihêrî. Me serê wan nedît, lê lingên wan ne tişt bûn ku bizê meriva herê û meriv lê binêre. Ji lingan bêhtir dişibiyan siman û tev di nava xwîn, qilêr û gemarê de bûn. Destûr ya we ye. De ka hûn seriyekî lê binin û me jî bibînin bê ka seriyê li ser wan lingan tiştekî çawa ye... Bi gora wan kirî. Bila ew bi xwe re herin, em dîsa li xwe vegerin û binêrin ka me çi kiriye yan jî çi nekiriye. Belê, belê, ya rast, gotina dawiyê bû. Lewra, em di wê dema dûr û dirêj hemûyî de tim bi nekirinê bilî dibûn. Em wisa bi nekirinê daketibûn, “kirin” nehate bîra me. Ev jî bêguman e. Heke bihata hişê me yan jî em bêjin riya xwe şaş kir û hat, ka gelo îca ew taqet di me de hebû ku em karibin darikekî bidin ser bendekî yan jî kevirekî daynin ser yekî din?

Rûniştin ne kar e

Ma îca ev tenê? Na, em dikarin gelek tiştên din jî ji xwe re bêjin. Çi giran û çi sivik, ne xem e. Ciyê her cûre gotinê di wî halê me de heye. Em çi bêjin, wê li qaşa kembera me were û em dikarin hê jî bêjin. Lê hin aliyên me yan jî halê me hene ku ti gotin jê re tine. Mîsal; rûniştin û temaşekirin... Di vi warî de ti kes nagihîje me, bi eqarê me nakeve. Yê ku bêje; “Di vê behsê de ez jî heme” bila qet destê xwe neşo û bi tevî xalê xwe nan û pîvazê nexwe; ew ê di vê riyê de di nava toz û xumara binê lingê hespê me de bifetise. Hê ku li ser av û abûra xwe ye, bila here ji xwe re karekî din bibîne. Rûniştin û temaşekirin, li vê dinê tenê “karên” (!) me ne. Qantir jî bizê, em ne dev jê berdidin û ne jî wan bi ti kesî re parve dikin... 

Me qala heyna berê dikir, ne wisa? Belê, bi min jî wisa tê. Lê mixabin, tenê berê nîne, ya ku dilê me diêşîne. Axxx ax! Xwezil tenê berê bûya ya ku van gotinê tehl bi me dide gotin. Heke wisa bûya, me yê bigota ew jî heynek bû hat û çû. Bila here ji xwe wê de û çil kevir jî li dû. Lê a niha jî hinek ji me tenê rûdinên û li ya ku diqewime temaşe dikin. Carna guman bi merivan re çêdibin û meriv dibêje, “Gelo xwedê, haya wan jê heye ka li çi temaşe dikin?” Carna jî ez ji xwe dikevim gumanan û xwe bi xwe dibêjim, dibe ku hin tiştên hêjayî lêtemaşekirinê hene û ez wan nabînim yan jî ber çavên min nakevin? Kîjan e ya rast gelo? Yan jê di vî warî de biryara rastî û şaşitiyê aîdî kê ye? Ez bi vanan nizanim. Ya rast, pêwîstiya min jî bi van nîne. Ez tenê bi tiştekî dizanim; rûniştin di kîjan dem û serdemê de dibe bila bibe, karek nîne. Jixwe niha qet û qet ne dema rûniştinê ye. Lêtemaşekirin jî hevala rûniştinê ye. Divê meriv bi gotina “kirinê” nexape ku di nava temaşe(kirinê) de heye. Dibe ku ev yek mîna lêkerekê bixuye, lê eseh karek nîne. Lewra, jê re kedek navê û tişta ku ked tê de tine be, ew ne karek e. Ew li merivan zêde nake. Tenê ji wan kêm dike...

Yek ji yekê xerabtir e

Ez nizanim, gelo ewqas rûniştin û pê re jî lêtemaşekirin li cem me adet e yan ilet e? Heke adet be, em zanin, ji bav û kalan maye û di vir de xerabiyek hebe jî ti xerîbî tine. Lê heke ilet be, ji bo çi yan jî em ji kê re ketine iletê gelo?

Niha hûn ji min bipirsin û bêjin; “Tu dixwazî kîjan be, bersiva pirsa te?” Ez ê tenê rûnêm û li çongên xwe bixim. Lewra, yek ji yekê xerabtir e.

Hewara xwedê, ka ez ê çawa ji du kambaxiyan yekê ji ya din çêtir bibînim? Ya ji van kambaxtir tenê ew e ku hûn zanin tiştên di destê we de xerab in û zerarê didin we, di vê fikra xwe de ti gumanên we jî nînin û bi we re daxwaza avêtinê jî heye. Lê dîsa jî hûn nikarin wan tiştan biavêjin...

Min li jor li ser navê we pirsek ji xwe kiribû. Bi destûra we, ez li ser navê xwe jî pirsekê ji we bikim û bila ev pirs jî bibe gotina serê lodê! Pirs ev e: Em bêjin, hûn dibînin, ji merivên li derûdora we yên ku xêr û şerê we yek e, hinek tenê û dîsa tenê rûdinên û mîna ku karekî pirr girîng be, li dinyayê temaşe dikin. Ev yek we diêşîne û hûn diçin ji wan re dibêjin; “Ma ne bes e rûniştin?” Lê ew nahêlin hûn gotina xwe bibin serî û wiha li we vedigerînin; “De ka were ji xwe re rûnê lo!” Piştî vê hûn ê çi bêjin? De fermo... 

* Cengîz Eker ji sala 1993’yan û vir ve di zindanê de ye. Niha li hepsa Şakranê girtî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.