Dayik hoste ew şagirt in

În 17 Kanûn 2021 - 22:12

  • Emel Bafra: Em dixwazin li hemberî vê sîstemê, aboriya xwe bi xwe ava bikin. Ji ber ku sîstem dibêje, nasnameya xwe bide aliyekî û wisan were gel min kar bike, em li hemberî vê dixwazin nasnameya xwe nîşan bidin û çanda xwe nedin ji bîr kirin.

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li aliyekî êrişên dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ, rêgiriya PDK’ê heye, bi heman awayî êrişên li dijî çand û hûnerê Kurdî hene; li aliyê din li hemberî van hemûyan jî berxwedan heye. Xelkê Mexmûrê di her warî de li hember êrişên qirkirinê disekine, çand, huner, ziman û baweriya xwe diparêze. 

Jinên Ciwan ên Mexmûrê jî ji bo parastina çand û hunerê Kurdî atolyeyek vekirine: Koperatîfa Keda Destê a Jinên Ciwan a Şehîd Avyan Buldan. Ev atolye sala 2019’an hatiye vekirin û 9 jinên ciwan tê de kar dikin.

Jinên Ciwan ên Mexmûrê li atolyeyê bi destê xwe, kefî, bazin, ristik, goreyên rîsî, pazon, doxwîn û gelek kel û pelên din ên kurdewarî çêdikin. Jinên Ciwan dixwazin çanda kurdewarî bi taybetî jî keda destê dayîkan zindî bimîne û wenda nebe.

Derbarê armanca vekirina atolyeyê, kar û xebatên xwe de, endama Atolyeya Şehîd Avyan Buldan, Emel Bafra ji me re axivî. Bafra û hevalên wê, li aliyekî kar dikirin, li aliyê din jî bersiva pirsên me didan û sohbet dikirin. 

Jina Ciwan Emel Bafra destpêkê behsa navê atolyeyê dike û dibêje, Şehîd Avyan Buldan xebatkareke Saziya Jinên Ciwan bû, bi salan kar dikir û ji ber ku dilê wê sekinî canê xwe ji dest daye. Ji ber vê jî wan navê atoleyeyê kiriye ‘Atolyeya Şehîd Avyan Buldan.’

Hemû jî kurdewarî ne

Emel Bafra di dewamê de dide zanîn ku koperatîf, xebateke jinên ciwan a xweser e, lê tenê jinên ciwan kar dikin. Li ser kar û keda destê jinên ciwan, Emel Bafra dibêje; “Ev xebateke jinên ciwan e, jinên ciwan tiştên ku ji dayikên xwe fêr bûne, li vir hildiberînin. Ji dayikan fêr dibin û hunerekî ava dikin. Li vir kel û pel hemû bi destê jinên ciwan hatine çêkirin û tên çêkirin. Ya herî girîng jî hemû kurdewarî ne.”

Zindî hêlana keda destan

Emel Bafra behsa zindîhiştina çand û hunerê Kurdî û armanca sereke ya vekirina koperatîfê dike û dibêje, “Em li vir çanda Kurdî zindî dihêlin, tiştên kevin ên ji aliyê dayikan ve hatibûn çêkirin, li vir careke din tên çêkirin û zindî dimînin. Daxwaza me zindîkirina keda destê dayîkan e. Em naxwazin çanda kevnar di serdema nifşê nû de wenda bibe.”

Abora xweser ji bo jinên ciwan

Di dewama axaftina xwe de Emel balê dibe ser avakirina aboriyeke xweser a jinên ciwan û wiha pê de çû; “Armancek din aboriye, jinên ciwan ên penaber di rastiya penabetiyê de jiyan dikin, ev xebat di heman demê de ji bo bidestxistina aboriya xweser û debara jinên ciwan e. Sîstema kapîtalîzmê axa me ji destê me girtiye, aborî û hêza me ya aboriyê ji destê me girtiye. Di warekî din de jî dixwaze me bi aboriya xwe qezenc bike, ji bo vê destpêkê me birçî dihêle û piştre jî me teşwîqî kar dike. Niha gelek jinên ciwan li bajaran kar dikin, bi pereyekî kêm û ew kar ne ji bo wan e. 

Em dixwazin li hemberî vê sîstema kapîtalîst, aboriya xwe bi xwe ava bikin. Ji ber ku sîstem dibêje, nasnameya xwe bide aliyekî û wisan were gel min kar bike, em li hemberî vê dixwazin nasnameya xwe nîşan bidin û çanda xwe nedin ji bîr kirin.”

Endama Atolyeya Şehîd Avyan Buldan di dewama axaftina xwe de dibêje, li Mexmûrê sîstemeke komînal heye, li atolyeya wan jî heman sîstem heye û kî bixwaze tiştekî kurdewarî çêke, dikare li atolyeyê bi cih bike. 

Dişînin Ewrûpayê jî

Li ser bidestxistina aboriya keda destê jinên ciwan jî Bafra dibêje, “Me gelek kel û pelên ku jinên ciwan li vir çêkirine, şandine bajarên Rojhilata Navîn û Ewrûpayê. Kel û pel baş tên pêşwazîkirin; xelk ji me dixwaze û ev daxwaz roj bi roj zêde dibe.”

Bafra wekî din dibêje, ew dixwazin xebata xwe berfireh bikin, gelek pêşniyaz tên û li gorî wan pêşniyazan jî kel û pelan didirûn û amade dikin.

Hûn jî dikarin bikirin!

Bafra di dewamê de ji bo parastina keda destan, bang li jinên ciwan dike: “Gelek jinên ciwan hene, xwedî hûnerên destan in, bi taybet li Mexmûrê ev tê dîtin. Em dibêjin, bila keda dayikên me bi nifşê nû re wenda nebe, ji bo vê bila jinên ciwan bi huner û xweşikbûna hunerê destê xwe, xwe bi rêxistin bikin. Bila jinên ciwan fêrî avakirina aboriyeke komînal bibin û xwe bi pêş bixin.”

Emel Bafra di dawiyê de jî dibêje, atolyeya wan ji her cihî re dikare kel û pelan bişîne, saziyên li Ewrûpayê jî dikarin bi wan re bikevin têkiliyê û ji bo vê jî xwest ew atolteyeya wan bişopînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.