Daristanên me dibirrin
Yekşem 15 Gulan 2022 - 22:30
- Dîmenên birrîna daran a ku bi rojan e li Bestayê bi destê leşker û cerdevan pêk tê, hatin girtin.
Dîmenên birrîna daran a ku bi rojan e li Bestayê bi destê leşker û cerdevan pêk tê, hatin girtin. Çavkaniyên herêmî, dibêjin, rojane 300 ton dar tên birrîn û wan dişînin bajarokê Sêgirka yê ser bi Şirnexê.
Di çarçoveya êrişa leşkerî de birrîna daran li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çiyayê Nimêjê dest pê kiriye û bênavber dewam dike. Cerdevanên ji Qileban a ser bi Şirnexê û bajarokê Sêgirkê, li herêma Tîkera di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirrin. Dîmenên vî sûcê li dijî çiyayên
Kurdistanê û sûcê şer, hatin girtin.
Cerdevanên ku di êrişên herêmê de bi awayekî aktîf cih digirin, li herêma Bestayê daran jî dibirrin. "Îhaleya" birrîna daran a li Bestayê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat girtine û ji bilî cerdevanan, zextê li gel dikin da ku ew jî tev li birrîna daran bibin.
ŞIRNEX