Daristan bi me ve nehiştin
Sêşem 17 Gulan 2022 - 21:21
- Cerdevan, bi serkêşiya Zubeyîr Babat, li herêmê bi hezaran daran dibirrin û bi kamyonan dişînin derveyî bajêr.
Cerdevan, bi serkêşiya Zubeyîr Babat, li herêmê bi hezaran daran dibirrin û bi kamyonan dişînin derveyî bajêr.
Li herêma Bestayê ku ji navçeya Qileban a Şirnexê, heta bi navçeya Berwarî ya Sêrtê û li qûntarê Çiyayê Herekolê, talankirina xwezayê dewam dike. Li gorî agahiyan, birrîna daran a li Bestayê ji aliyê berpirsyarê “Tîma Xençer” Zubeyîr Babat ve tê kirin. Ev tîma hanê, şebekeya sûc a li dijî gelê Kurd e. Hat zanîn, Babat jî bierîna daran û birina wan a derveyî bajêr, bi Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat dide kirin.
Hate zanîn ku dar li ser erdekî bi hezaran donim tên birrîn. Li gorî hinan ev amadekariya operasyoneke berfireh a li herêmê ye.
Darên tên birrîn piştî ku ji aliyê cerdevanan ve bi traktoran li deverên rast hatin komkirin, li kamyonan tên barkirin. Bi dehankamyonên dar lê barkirî, li kêleka rêya gundê Avgamasiya (ser bi Şirnexê) dema radiwestiyan hatin dîtin. Ji qurmên zexm ên daran, diyar e ku dar sedsalî ne.
Kesên ku daran dibirrin, dan zanîn ku hatiye plankirin ku heta dawiya salê, dar hemû li herêmê bên birrîn.
MA/ŞIRNEX