- Kurdên li paytexta Rûsyayê Moskovê, festîvala dans û dîlanê li dar xistin.
Kurdên li paytexta Rûsyayê Moskovê, festîvala dans û dîlanê li dar xistin.
Di 28’ê Tebaxê de, li Moskovê festîvala dans û dîlanê ya “Jiyana di tevgerê de” hate lidarxistin. Ji gelek herêmên Rûsyayê komên cuda yên neteweyî beşdarî festîvalê bûn. Otonomiya Federal a Çanda-Neteweyî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê bi alîkariya Ajansa Federal a Karûbarên Gel a Rûsyayê festîval li dar xist.
Rêxistina Jinên Kurd û Mala Gelên Rûsyayê bûn piştevanên fermî yên Festîvalê. Ji 5 herêmên Rûsyayê kom û govendger beşdarî festîvalê bûn. Her wiha 20 kom û danserên ji neteweyên cuda yên Rûsyayê jî beşdarî festîvalê bûn.
Kurdan û xelkên din jî festîval bi elaqeyeke mezin şopand. Di encama nirxandinên jûriya festîvalê de komên serketî hatin diyarkirin. Di encama festîvalê de koma folklora Kurdî Bêrîtan a herêma Saratovê û koma folklora Kurdî Barîn a herêma Tambovê hêjayî xelata 3’yemîn hatin dîtin.
Xelata duyemîn jî tîma Gurc, Kolxîda ya Moskovê û koma dansa modern Porpil a herêma Tambovê bi dest xistin. Koma govendê ya Lezgîn Adat û koma govendê ya ermenî Ayordik xelata 1'emîn wergirtin.
Di beşa dansê ya takekesî de Olga Fadeyeva ku nûnertiya herêma Kamçatkayê dike xelata 3’yemîn, xelata 2’yemîn jî ji keça biçûk a Kurd a herêma Krasnodarê Milana Nabiyeva wergirt. Danser Ozbek Sevara Savûrbayeva xelata 1’emîn wergirt.
ANF/MOSKOV