Daîreya yek odeyî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Çile 2021 - 01:23

  • Pêşangeha hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Hîwa K, li Dubaiyê heye.

Pêşangeha hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Hîwa K li bajarê herî mezin ê Mîrîtiyên Yekgirtî yên Ereb Dubaiyê li Jameel Art Centerê heye. Ev pêşangeh wê heta 24´ê Tîrmehê jî dewam bike.

Berhemên di vê pêşangehê de encama tecrûbeya şexsî ya Hîwa K ne ku ew tevlî mîzahê dike. Berhem li ser mijarên jicihûwarbûnê, aîdiyetê û xwegiriyê ne. Mirov dikare bibêje, ev berhem bi rengekî ji rengan portreyeke xurt a tecrûbeya jiyana hunermend bi xwe pêk tînin. Pirraniya berheman elaqedarî Silêmaniyê ne, yanî bajarê hunermend jê. Mirov behsa koçberbûna ji Silêmaniyê û piştî bi salan vegera ber wê ve di berhemên wî de dibîne. Di pêşangehê de berhemên 10 salên hunermendiya Hîwa K hene. Nexasim jî înstalasyona li derveyî avahiya sergirtî ya bi navê “Daîreya yek odeyî” hêja ye mirov jê nemîne.

DUBAÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.