Dagirkeriyê qebûl nekin

În 5 Tîrmeh 2024 - 00:24

Nerazîbûnên li hember hevkariya PDK’ê û hikûmeta federal a bi serokatiya Mihemed Şiya Sudanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re mezin dibin. Endamên Meclîsa Gel a Şengalê jî nerazîbûn nîşan dan û hevkariya PDK’ê û hikûmeta federal a Iraqê ya bi dagirkeran re şermezar kirin. Endamê Meclîsa Gel a Şengalê Xeyrî Qasim diyar kir ku artêşa Tirk bi awayeke eşkere li pêş çavê herkesê hate kete Başûr û got:“Dewleta Tirk ku ketiye Başûrê Kurdistanê li herêmê xalên kontrolê daniye û nasnameyên xelkê herêmê kontrol dike. Ev bêrêziyeke mezine li bermaber xelkê wê herêmê. Eger pêşî lê neyê girtin, wê sibe îdareya Iraqê jî bigirin destê xwe. Tê dîtin ku li ser axa Iraqê xiyaneteke mezin heye.” 

Endamekî din ê Meclîsa Gel a Şengalê Xwedêda Xelef jî wiha axivî:“Hikûmeta Iraqê û ya Başûr rê li ber dagirkeriyê vekirine. Diyare ev hêz navxwe de peymanek îmzekirine. Divê were zanîn leşkerên Tirk bikeve kuderê ji wir dernakeve. Eger ev bêdengî dewam bike, wê dagirkerî were berfirehkirin. Divê gelê Başûr vê kontrolkirina nasnameyan qebûl nekiriban. Heman ev hêz bûn plan li ser Şengalê çêkirin. Niha axa Kurdistanê difiroşin dijmin. Ji civaka Kurd û Êzidiyan daxwaz dikim li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan.”

Endamê Meclîsa Şengalê Azad Şengalî jî got:“Dewleta Tirk ji ber sedsala peymana Lozanê dixwaze van axan careke din desteser bike. Dixwaze weke Osmaniyan, xwe li ser herêmê ferz bike. Ji ber vê sedemê em weke Êzidiyên Şengalê xwe di metirsiyê de dibînin. Ji ber dewleta Tirk ji dîrokê heya niha gelek ferman aniye ser me Êzidiyan. Dagirkirina Başûr metirsiyeke mezin ji bo Êzidiyan çêdike. Divê gelên Iraqê li dijî vê yeke rabin ser xwe û dagirkeriyê qebûl nekin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.