Dagirkeriya Tirk bûye sedema krîza avê

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 00:50

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

Piştî dewleta Tirk ava Stasyona Elok qut kir û wek polîtîkayek qirkirinê bikar tîne, Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê bi derfetên herî kêm avê ji gel re peyda dike.

Stasyona Elokê stasyoneke avê ye ku avê dide bajarê Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê yên Kantona Cizîrê. Stasyon bi dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve av li ser 3 milyon zêdetirî kesan hat qutkirin. Gel êdî bi pirsgirêkên peydakirina ava vexwarinê re rû bi rû maye.

Têkildarî vê mijarê jî Rêvebera Beşa Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê Hemdiya Hisên anî zimên  çavkaniyên ava Til Temirê qut û zuha bûne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Çavkaniya sereke ya ava vexwarinê li Til Temirê ji kevn ve, çemê Xabûr bû. Piştî qutkirina çem ji hêla dewleta Tirk ve, gel bîrên ava şor ji bo pêwîstiyên xwe û avdana erdan, kolandin. ‘’

Hisên bi domdarî bi bîr xist Cotmeha 2019’an piştî ku dewleta Tirk êrîş biriye ser Serêkaniyê av li ser gele Til Temirê qut kiriye û krîzeke avê ya mezin li ber civakê ye û ku çareserî neyê dîtin demên pêş ev ê bi xwe re kareseretekê bîne.

Ji bo gel û 3 hezar koçber tenê 5 bîrên avê!

Hemdiya Hisên da zanîn ku Daîreya Avê di nav hewldanên peydakirina rê û çareseriyên alternatîf ên peydakirina avê de ne û got,’’Me kanîkek avê ango bîreke ava koland û veguherandiye menhel, 30 gundên dikeve aliyê xeta Xabûr ji ava wê sûd digrin. Her wiha sarincên sivîl jî avê ji bîrê dadigrin û bi pereyên erzan difroşin koçberan, her xizanek 15 l.s dadigrin. Bi giştî 5 menhel girêdayî me ne û hemû jî dikevin xizmeta gelê Til Temir û gundewarên wê."

Ava binerd kêm dibe

Hemdiya Hisên da xuyakirin ku ji bo gel ruxsetên kolan û aktîfkirina bîrên avê pêşkêş dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rast e av şor e lê belê weke alternatîf ruxsetên kolana bîrên ava şor pêşkêş dikin. Îsal tenê 49 bîr li Til Temirê û gundewarên wê hatine kolandin û ketine xizmetê. Projeya kolana bîran demkî ne û li gorî pêwîstiyên pêvajoyê tên çêkirin, ji lewre bi vî awayî ancax heta 3 salên din em bikaribin av bidin gel. Ji ber her sal avhewa diguhere zuhabûn zêde dibe û ava binerd kêm dibe."

Hewceyî bi rêxistinê mirovî heye

Hemdiya Hisên di dawî de bang li rêxistinên mirovî kir û wiha got: "Gundek 5 km. dûrî bajar e, ava wê jî şêrîn e. Ji lewre ji bo ku em bikaribin vê krîzê di çend salên pêş de telafî bikin, heta ku çareseriyek ji stasyona Elokê re bê dîtin divê em li wir 2 bîrên deryayî bikolin û bi torên ava Til Temirê ve girê bidin û hefteyê 2 rojan av bigihîje gel û koçberan. Projeyek wiha giran û derfetên daîreya avê wekhev nabin, ji lewre pêwîstî bi rêxistinên mirovî heye ku bi erkên xwe ve rabin û bi me re alîkar bin da ku em bi hev re bikaribin krîza avê ku barê gel û koçberan giran kiriye, sivik bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.