Dagirkeriya nehatiye binav kirin

Duşem 27 Gulan 2024 - 03:05

SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE

Ji bo çi Peymanên Cenevreyê yên di dema Şerê Cîhanê ya 2’yemîn de bi cih hatin anîn û îro bingeha hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ava dikin, têrê nake? Gelo Peymanên Cenevreyê ji bo cîhana modern a îro ne guncav in? Ên ku di şerê li Ûkraynayê yan jî Xezeyê de hiqûqa navneteweyî bibîr dixînin, çima li pêşberî şerê li Kurdistanê bêdeng in? Gelo hiqûqa navneteweyî civakên bêdewlet naparêze? Asta şerê li Kurdistanê ya di qada hiqûqî ya navneteweyî de çiye? Çima Tirkiye hebûna şer a li Kurdistanê qebûl nake? Rewşa girtiyên PKK'ê yên di şerê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê de hatine girtin çiye? Tecrîda Îmralî ku zêdeyî 3 sal in tê meşandin, di hiqûqa navneteweyî de tê çi wateyê?

Têkildarî van pirsan Komîserê Komîsyona Huqûqnasan a Navneteweyî û Profesorê Hiqûqa Navneteweyî yê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassolî, nêrînên xwe anîn ziman û got ku, divê di qanûnên navneteweyî yên mirovî de, nakokiyên çekdar ên navneteweyî di navbera du dewletan de û nakokiyên ne navneteweyî di navbera komeke çekdar û dewletekê de cuda bikin.

Dewlet xwedî cotsandartiyê ne

Marco Sassolî, da zanîn ku di navbera Ûkranyayê û Rûsyayê nakokiyeke navneteweyî heye û got:“Li Filistînê pevçûneke navneteweyî û li Xezeyê jî dagirkeriyeke leşkerî heye. Li aliyê din li Tirkiyeyê şerekî çekdarî yê ne navneteweyî, mînak di navbera PKK'ê û hêzên desthilatdariya Tirk de heye. Tirkiye her tim wesfa şerê çekdarî red dike û îdîa dike ku ev şer bi tenê di çarçoveya operasyonên têkoşîna li dijî terorê de ye. Di vê nuqteyê de kes zorê nade Tirkiyeyê ku qebûl bike ku ya diqewime şerekî çekdarî ye.” Sassolî, destnîşan kir ku bi vê yekê re peymana Cenevreyê jî tê binpêkirin û got: “Binpêkirinên li hin qadan di asta skandalê de ye. Weke çapemenî erka we ye ku hûn vê rastiyê ragihînin û bawerim divê wiha be. Lê divê nêrînek wisa neyê avakirin ku hiqûqa mirovahî li her derê tê binpêkirin. Di gelek rewşan de ev sazî neçar in hiqûqa mirovî bi cih bînin. Gelek hêzên ku rêzê ji bo vê digirin hene. Pêwîstiya me bi îradeya siyasî ya dewletan heye ku bi temamî hurmetê nîşanî van peymanan bidin. Pêşî divê ji standarteke dualî ya rexnekirina binpêkirina li welatekî û nerexnekirina binpêkirina li welatekî din, dûr bê seknandin. Mixabin dewlet xwedî du standartan e. Mînak, hin dewlet binpêkirinên mafên mirovan ên Rûsyayê yên li Ûkraynayê rexne dikin. Bê guman di vê mijarê de mafdar in. Lê belê heman dewlet ango hêz ji ber ku di gelek aliyan de muhtacê dewleta Tirkiyeyê ne, ji ber binpêkirinên ku dike jî bêdeng dimînin.”

Dagirkeriya Tirkiyeyê nayê dîtin

Sassolî, da xuyakirin ku hebûna Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyê dagirkerî ye û got:“Ji ber ku welatekî din e. Lê wek hûn jî dizanin Kurdistan ne mîna dewlet e. Mafê xwerêvebirinê yê gelan maf dide Kurdan ku daxwaza dewletekê bikin, lê hînê dewleteke bi vî rengî nîne. Dema ku dewlet jî nebe, hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistanê jî weke dagirkeriyekê nayê dîtin. Li aliyê din, li Sûriyeyê; Tirkiye hebûna xwe li Bakurê Sûriyeyê bêyî erêkirina hikumeta Sûriyeyê diparêze. Ev dagirkerî ye. Ji ber ku Tirkiye Kurdistanê weke parçeyekî Tirkiyeyê dibîne, rewşa li wir weke dagirkeriyê nabîne. Her çend hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistana Tirkiyeyê di çarçoveya hiqûqa dagirkeriyê de neyê dîtin jî, li vê derê pîvanên mafên mirovan derbasdar e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.